Parêzerê Îtalî Menzione: Pêdivî bi çarçoveyeke berfireh a siyasî û civakî heye

Parve bike:

ENQERE - Parêzerê Îtalî Ezio Menzione ku pêşnumaya qanûna çarçoveyî wekî gaveke erênî pênase kir, diyar kir ku di hatina pêvajoyê ya vê qonaxê de rola Abdullah Ocalan heye û got ku pêdivî bi çarçoveyeke berfireh a siyasî û civakî heye.

 
Parêzerê Îtalî Ezio Menzione derbarê pêşnumeqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ku di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de tê nîqaşkirin de axivî. Menzione pêşnumeqanûnê wekî gaveke erênî nirxand û destnîşan kir ku di verastkirinê de derve hiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare ji bo paşeroja pêvajoyê bibe sedema pirsgirêkan.
 
'DERBASBÛNA QONAXA SIYASETÊ DEST PÊ KIR'
 
Menzione anî ziman ku bi pêşkêşkirina pêşnûmeqanûnê ya ji bo Meclisê re derbasbûna qonaxa siyasetê dest pê kiriye. Menzione bal kişand ser kêmasiyên di xalan de û ev tişt got: “Mijara ku herî pir dikare bê rexnekirin ew e ku rêzdar Abdullah Ocalan ji veraskirina ku pêşnûmeya qanûnê pêşbînî dike derveyî çarçoveyê hatiye hiştin. Xala ku wî derveyî çarçoveyê dihêle, hema xuyaye ku bi taybetî ji bo vê armancê hatiye nivîsandin. Dervehiştina kesên ku beriya 1'ê Hezîrana 2005'an cezayê giran li wan hatî birîn, rasterast Ocalan nîşan dide. Rola ku wî di Pêvajoya Aştiyê de li xwe girtiye dema bê raçavkirin, di  verastkirina qanûnî de dervehiştina wî û ragirtina wî ya di girtîgehê de nepêkan e. Ev xeletiyeke ku xetera wê heye ku tevahiya pêvajoyê bixe nav xitimandinê.”
 
'DIYARKERBÛNA DESTHILATÊ DIKARE BIBE SEDEMA PIRSGIRÊKAN'
 
Menzione diyar kir  ku verastkirinên înfazê yên di pêşnumeqanûnê de dikarin baş bên cihbicihkirin û wiha pê de çû: “Pirsgirêk ew e ku biryarên derbarê serbestberdana girtiyan de bi tevahî di destê desthilatê de ye, hikumetê de ye. Di vê pêvajoyê de du aktorên sereke derdikevin pêş: Yek Lijneya Ewlehiya Neteweyî ye, ya din jî ku lijneya ku dê di bin Serokatiya Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê de biryarê bide. Biryar dê li vir bêne dayîn û ev jî xetera ku lijneya berbehs a di çarçoveya îradeya Serokkomar de tevbigere bi xwe re tîne. Şertê ku Lijneya Ewlehiyê piştrast û teyîd bike ku çek bi rastî hatine danîn an na tê xwestin. Lêbelê hêj nayê zanîn ka ev nirxandin dê beriya ku mekanîzmaya ku dê serbestberdana kesan misoger bike bikeve dewrê bê kirin, an dê her du pêvajo paralel bi hev re bê birêvebirin. Nîqaşên di Komîsyon û Lijneya Giştî de dê van du xalên girîng û meseleyên din jî zelal bikin. Nexwe di vê pêvajoyê de tu rola Meclisê namîne. Ev jî rewşeke pir demokratîk nabe.”
 
ÇARÇOVEYA MESELEYA KURD
 
Menzione bal kişand ser berdewamiya pêvajoya heyî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pirgirêka Kurd ji ewlehî, danîna çekan û serbestberdana girtiyan gelekî mezintir e. Divê ev pêvajo du gelan, Tirk û Kurdan bigire nav xwe. Lêbelê ev pêşnûmeqanûn van meseleyan venahewîne. Em hêvî dikin kıu di demeke nêzîk de ev gav were rojevê.”
 
MA / Denîz Karabudak