Birayê Denîz Nakî li Amedê hat binçavkirin
- Rojane
- |
- 14 Tebax 2026 13:28
- |
AMED - Înan Nakî yê ji Almanyayê hat Amedê, li balafirgehê hat binçavkirin.
Înan Nakî, birayê lîstikvanê Amedsporê yê berê Denîz Nakî, di 13'ê Tebaxê de ji Almanyayê hat balafirgeha Amedê. Gava Nakî ji balafirgehê daket polîsan ew binçav kir.
Nakî yê ku sedema binçavkirina wî nehat hînkirin, li nezaretxaneya balfirgehê tê girtin.