ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2026'AN
- Rojane
- |
- 17 Tebax 2026 09:00
- |
* Hevseroka TÛHAY-DER a Colemêrgê Oinar Yilmaz diyar kir ku divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de demildest girtiyên nexweş bên berdan û got ku li girtîgehan polîtîkayên binpêkirinê didomin.
* Ji karkerên madenê yên ku li ber Wezareta Enerjiyê kom bûne û bi mehan e heqdesta xwe nagirin Necatî Denîz got: "Yildiz hat, hem me, hem zarokn me û hem jî gelê me muhtacî nan kir."
* Sendikaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, dê tevî karkerên Doruk Madenê û Elazig Etî Gumuşê ku heqdesta xwe negirtine li ber Wezareta Ernejiyê bang bike. (11.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê, dê li dijî taciz, gefxwarin û tundiya dîjîtal a li hemberî kedkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê daxuyaniyê bide. (12.30)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, dê bi daxwaza zelalkirina mirina Ozcan Aksû yê li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li ber Şaredariya Mûşê daxuyaniyê bide. (13.00)