Kêşeya Tengava Hurmuzê nayê çareserkirin: Fiyetên petrolê biha bûn
- Cîhan
- |
- 17 Tebax 2026 09:40
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro dema peymana 60 rojî ya di navbera DYA û Îranê de bi dawî dibe. Ji ber rageşiya di navbera her du welatan de çînhatina di Tengava Hurmuzê de sekinî û ji ber vê fiyetê petrolê zêde bû.
Îro dema peymana 60 rojî ya di navbera DYA û Îranê de bi dawş dibe. Ji aliyê her du welatan ve jî ji bo dirêjkirina demê tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Herêma ku herî zêde ji rageşiya di navbera Îran û DYA'yê de bandor bûye jî Tengava Hurmuzê ye. Ji ber ku çûnhatina li Tengava Hurmuzê sekiniye, fiyetên petrolê jî zêde bûye. Petrola Brentê li dor 89.40 dolarî ye. Her wiha varîla petrola xam a WTI'yê ya DYA'yê bû 82.83 dolar.