TÛHAY-DER: Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin

Parve bike:
COLEMÊRG – Hevseroka TÛHAY-DER a Colemêrgê Oinar Yilmaz diyar kir ku divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de demildest girtiyên nexweş bên berdan û got ku li girtîgehan polîtîkayên binpêkirinê didomin. 
 
Tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, zextên li ser girtiyan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Colemêrgê (TUHAY-DER) Pinar Yilmazê diyar kir ku zextên li ser girtiyan îro jî wekî berê berdewam in û destnîşan kir ku polîtîkayên zext û zordariyê yên li girtîgehan li dijî ruhê vê pêvajoyê ne.
 
Pinar Yilmazê bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka Kurd pêvajoyeke dîrokî ye û girtîbûn jî berdewamiya vê pêvajoyê ye; wê diyar kir ku rewşa girtiyan yek ji wan mijarên sereke ye ku divê di çarçoveya çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd de were nirxandin. Yilmaz, bi bîr xistina wan gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê çareseriya demokratîk û aştiyê de avêtine û her wiha behskirina qanûna çarçove, got: "Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêke giştî, pirsgirêke civakî." Pinar Yilmazê da zanîn ku li girtîgehan gelek binpêkirin berdewam dikin, ji astengkirina mafê girtiyên nexweş ê gihîştina tedawiyê bigire heta binpêkirina mafên ragihandinê û wiha axivî: "Divê bi taybetî der barê girtiyên nexweş de gavên lezgîn bên avêtin. Ev siyaseta zextê ya li girtîgehan nayê qebûlkirin."
 
‘ŞEWITANDINA ÎNFAZAN’
 
Pinar Yılmazê diyar kir ku komele rojane gelek gilî û gazincan der barê binpêkirinên mafan de werdigire û bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehan berdewam e. Pinar Yilmazê bi amajekirina bi wan raporên der barê binpêkirinên mafan de ku ji girtîgehan digihîjin wan, got: "Em gilî û gazincan dervbarê dîtina neynûk û kêzikan di xwarinên girtîgehê de werdigirin. Em gilî û gazincan werdigirin ku zextên rêveberiyê bi awayekî berçav zêde bûne. Li hin girtîgehan, gardiyanên ku dibêjin 'Em Esat Oktay in' hîn jî li ser kar in. Pêkanînên wekî betalkirina mafê berdana bi şert û astengkirina berdanan berdewam dikin."
 
‘DIVÊ DEMILDEST JI BO AŞTIYÊ GAV BÊN AVÊTIN’
 
Pinar Yilmazê anî ziman ku Wezareta Dadê ji rewş û pratîkên li nava girtîgehan agahdar e û wiha got: "Di van rojan de gelek serlêdan li Wezîrê Dadê tên kirin. Ew ji me çêtir dizanin ka li girtîgehan çi diqewime. Lê belê, tiştek nayê kirin. Biryara ku birêz Ocalan ragihandiye, ji bo me jî xwedî girîngiyeke bingehîn e. Lê divê dewlet jî di vî warî de demildest gavan bavêje. Dibe ku ev salekê bidome. Şopên şer bi şevekê nayên jêbirin û aştiyeke mayinde jî di kêliyekê de pêk nayê. Digel vê yekê, eger ew dixwazin vê aştiyê misoger bikin, divê bêyî derengxistinê gav bên avêtin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Beriya her tiştî, divê şert û mercên birêz Ocalan bên baştirkirin; hem ji bo pêvajoyê û hem jî ji bo baştirkirina rewşa girtiyan."