NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo rawestandina êrişê ser Kurdên li Helebê, ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji bo rawestandina êrişên li dijî Kurdên li Helebê biryara çûna Enqereyê dan, bi rê ketin. Dayikên Aştiyê di daxuyaniyên xwe de êriş şermezar kirin û xwestin demildest bên sekinandin.
RIHA
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Rihayê daxuyanî da. Hevşaredarên Curnê Reş, Pirsûs û Hewagê jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Diyariya herî xweşik a ji dayikan re aştî ye” hate hilgirtin. Dayika Aştiyê Adalet Çayê êrişên ser taxên Kurdan şermezar kir û got: “Rojava bi tenê nîne û em ê hetadawiyê bi wan re bin.”
Adalet Çayê anî ziman ku bi hezaran sale hewldan heye ku Kurdan ji xaka wan werin derxistin û got: “Cihên hezaran salan ên Kurdan wêran kirin, nexweşxane hilweşandin û Kurd neçarî koçberiyê kirin. Kurdistan yek e. Em ê her tim bi Rojava re bin.” Adalet Çayê bang li Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kir û got: “We bi destê DAIŞ’ê êrişî Kurdan kir. We mal û milkê Kurdan talan kir. We zarokên Kurdan qetil kir. Tu Kurdekî bêwijdan û bêrehmî. Ma zarokên te tune ne?”
'HEKE ŞER LI MECLISÊ BE AŞTÎ JÎ DÊ LI WIR BE’
Adalet Çayê got ku weke Dayikên Aştiyê dê biçin Enqereyê û wiha domand: “Weke dayikên aştiyê em ê li dijî êrişan biçin Enqereyê, Meclisê. Şer li meclisê dest pê dikin û em ê aştiyê jî li wir bikin. Heta ku çareserî çêdibe em ê biçin Meclisê.”
Daxuyanî, bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
Dayikên Aştiyê, piştî komên ji bajarên din hatin Rihayê dê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
ŞIRNEX
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê jî bi girseyî ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bûn û dayik bi rê xistin. Di dema oxirkirinê de dovîzên "Rojava rûmeta me ye", "An aştiyeke birûmet an jî berxwedaneke bêhempa”, “Parastina Rojava parastina gel e" hatin hilgirtin û girseyê dirûşmên weke “Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmeta me ye", "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e", "Kujer HTŞ ji Rojava bicehime” û “Bijî berxwedana dayika" hatin berzkirin. Di dema oxirkirinê de sirûda "Çerxa Şoreşê” hate gotin.
Dayikan anî ziman ku ew ji bo aştiyê diçin Enqereyê, êrişên li ser Helebê şermezar kir û xwestin êriş bên sekinandin.
Dayik, bi Sirûda Rojava hatin oxirkirin.
WAN
Endamên Meclisên Dayikên Aştiyê yên Wan, Gever a Colemêrgê û Erdîşê jî beriya bi rê kevin, li Parka Mûsa Anterê bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" meş lidar xist. Dayik, bi awayekî girseyî heta cem otobûsan hatin oxirkirin. Di dema oxirkirinê de dirûşma “Na ji şer re aştî a niha” hatin berzkirin.
Dayikên Aştiyê yên li Wanê bi rê ketin, dê li Tetwanê bigihijin Dayikên Aştiyê yên Tetwanê û ji vir ber bi Amedê ve bi rê kevin. Tevî Dayikên Aştiyê yên Tetwanê dê bi giştî 39 dayikên aştiyê ji Herêma Serhedê biçin Enqereyê.