'Enqere yek ji berpirsyarên vî şerî ye, tavilê bidin sekinandin’

Parve bike:

STENBOL - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Enqere yek ji berpirsyarên êrişa li dijî taxên Kurdan ên Helebê ye û gotin: “Vî şerî tavilê bidin sekinandin.” 

 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bertek nîşanî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan. Dayikên Aştiyê ku ji bo sekinandina êrişan biryar dan biçin Enqereyê, dê saet di 23.00’ê de li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê bi rê kevin. Dayikên Aştiyê, êrişên ser taxên Kurdan şermazar kirin. 
 
Dayika Aştiyê Feleknas Karabaş diyar kir ku komkujî bi destê DYA û DAIŞ’ê htaiye kirin û got dê ji bo sekinandina êriş û komkujiyan biçin Enqereyê. Feleknas Karabaşê bang li hemû dayikan kir ku berê xwe bidin Enqereyê. 
 
Dayika Aştiyê Guler Bugdayê jî diyar kir ku berpirsyarê van êrişan li Enqereyê ne û ew jî ji bo pirsîna vê diçin Enqereyê û xwest komkujî bi dawî bibin. 
 
Fatma Yilmazê jî anî ziman ku di demeke mirin çêdibin de ew ê li malên xwe nerûnin, dê li kolanan bin, ji bo sekinandina şer dê her tiştekî bikin û bang li her kesî kir ku tev li vê berxwedana wan bibin. 
 
Sabîha Bozanê jî bi lêv kir ku hemû dinya li dijî komkujiyên li Rojava kerr û lal bûye û got ku bi qetilkirina jin, zarok û sivîlan sûcê şer hatiye kirin. Sabîha Bozanê wiha domand: “Ev ne tiştekî asayî ye. Sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Heke îro gelê Rojava van komkujiyan bijî, sibê jî dê ew bijîn. Enqere berpirsyarê yekemîn ê vî şerî ye. Bila tavilê vî şerî bidin sekinandin. Banga me ji bo hemûd dewletê cîhanê ye, van êrişan tavilê bidin sekinandin.” 
 
Gulsun Dagê jî êriş û komkujî lanet kir û got ew ne şer lê aştî û azadiyê dixwazin. 
 
Rewşan Donerê jî destnîşan kir ku Kurd dê van komkujiyên tên kirin qebûl nekin û got ev êriş zirarê didin pêvajoya li Tirkiyeyê. Rewşan Donerê got: “Dixwazim bang li hemû dewletên cîhanê bikim; Hakan Fîdan 3-4 roj berê li Parîsê hevdîtin kir. Tom Barrack jî di hevdîtinê de bû. Li wir çi axaftine bila aşkera bikin. Êdî gelê Kurd bila neyê qetilkirin. Bila Hakan Fîdan li mala xwe rûnê. Heke bikare bike bila ji bo aştiyê hewl bide.”