Dayikên Aştiyê ji ber Wezareta Karên Derve bang kirin: Vî şerî rawestînin

Parve bike:
ENQERE - Dayikên Aştiyê yên ku ji bo protestokirina piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo êrişên li ser Kurdên li Helebê hatin Enqereyê, banga rawestandina şer kirin û xwestin Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan îstifa bike.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo protestokirina êrişên komên çekdar ên girêdayî HTŞ'ê û yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zad ên Helebê yên ku piraniya wan Kurd û Suryan in, bi rê ketin, gihîştin Enqereyê.
 
Dayikên Aştiyê ku xwestin li ber Wezareta Karên Derve daxuyaniyekê bidin da ku daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên ku piştgiriyê didin êrişan protesto bikin, bi barîkatên polîsan ên li derdora wezaretê hatin astengkirin. Tevî barîkatên polîsan jî, Dayikên Aştiyê çalakiya xwe berdewam kirin û li pişt pankartekê ku li ser nivîsa "Em dayik şer naxwazin" nivîsandî, dirûşmeyên wekî "Rojava rûmeta me ye", "Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin" û "Hakan Fîdan îstifa bike" berz kirin.
 
Tevî astengiyan jî, Dayikên Aştiyê daxuyaniya xwe ya çapemeniyê li dar xistin. Havva Kiran ku ewilî axivî, diyar kir ku ew ji bo aştiyê hatine ber wezaretê. Havva Kiranê got: "Em, Dayikên Aştiyê, li vir in da ku tu dayik zarokê xwe winda neke. Li wir jinek kuştin û ji avahiyê avêtin. Ev ne Îslam e. Em, Dayikên Aştiyê, li tu derê şer naxwazin. Em di pêvajoyeke aştiyê re derbas dibin. Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin. Em dixwazin aştî û demokrasî were damezrandin. Em bang li hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê dikin; vî şerî rawestînin. Ger şer li Enqereyê dest pê kiribe, çareserî jî li vir tê dîtin. Ji ber vê yekê em li vir in. Em dixwazin şer rawest e. Bila aştî were avakirin. Divê Hakan Fîdan îstifa bike."
 
'LI ROJAVAYÊ ŞEREKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ MEŞANDIN'
 
Piştî wê, Dayika Aştiyê Emîne Erenê jî axivî û daxwaza rawestandina şer kir û îstifaya Fîdan xwest û got. "Li Rojavayê şerekî nemirovane tê meşandin. Em kesên ku vî şerî dikin şermezar dikin. Tirkiyeyê ew çete perwerde kirin û şandin şer. Li ser xwîna zarokên Kurd plan tên çêkirin. Ev şerekî li dijî mirovahiyê ye. Em aştiyê dixwazin. Divê Wezîrê Karên Derve îstifa bike. Em bang li civaka navneteweyî dikin. Colanî, DAIŞ e. Tirkiye piştgiriyê dide wan. Careke din em dibêjin aştî. Em naxwazin li ser xwîna Kurdan bazar bê kirin."
 
Rêvebera MEBYA-DER'ê Meryem Soylûyê jî komkujiyê şermezar kir û got: "Divê derfet neyê dayîn ku DAIŞ komkujiyan bike; yan na, ew ê li seranserê cîhanê belav bibe. Divê her kesê ku ji xwe re dibêje 'mirov' li dijî vê zilmê derkeve."
 
Piştî daxuyaniyê dayik ku bi tilîliyan daxwaza îstifaya Fîdan kirin, dê ber bi Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ve biçin.