AMED - MKG'ê rapora xwe ya sala 2025'an a li ser binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2025'an de şer û pevçûnan êrişên li ser rojnanevaniyê jî zede kirine.
Komeleya Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya sala 2025'an a li ser binpêkirina mafên rojnamevanên aşkera kir. Rapor, li avahiya MKG'ê ya li Amedê bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. Seroka MKG'ê Roza Metînayê bi şermezarkirina êriş û komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi axaftinê kir.
'ZEXTÊN SÎSTEMATÎK'
Roza Metînayê diyar kir ku rojnamevanî û bi taybetî rojnamevaniya jinan, di tevahiya sala borî de bi rejîmeke zextê ya sîstematîk, piralî û bi motîvasyonên siyasî re rû bi rû maye û got:" Binpêkirinên ku di raporê de bi berfirehî hatine destnîşankirin nîşan didin ku êrişên li ser çapemeniyê û azadiya derbirînê ne bûyerên yekane yan jî bûyerên demkî ne; berevajî vê, ew bûne beşek yekgirtî ya polîtîkayên ewlehiyê-navendî, înkarker û serdestiya mêran ên kesên desthilatdar."
Berdewamiya raporê bi vî rengî ye:
"Sala 2025'an salek bû ku tê de hat xwestin ku rojnamegerî ji mafê xwe yê giştî bê derxistin; belavkirina rastiyê hat astengkirin û hewl hat dayîn ku rola çavdêriyê ya çapemeniyê bê hilweşandin. Rojnamevan ji ber ragihandina nûçeyan hatin binçavkirin, girtin, lêdan, gef xwarin, bûn hedef û bi rêya mekanîzmayên dadwerî zextek demdirêj li wan hat kirin. Di vê pêvajoyê de, çalakiya rojnamevaniyê wekî sûc hat nîşandan; nûçe, hevpeyvîn û nivîsên medyaya dîjîtal bûn sedema cezakirinê. Bi vî awayî, ne tenê rojnamevan, lê mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî rasterast hat hedefgirtin.
KAMPANYAYÊN LÎNCKIRINÊ
Rewşa ku derketiye holê nîşan dide ku rojnamegerî ne tenê tê bêdengkirin, lê di heman demê de tê xwestin bê kontrolkirin jî. Her nûçeyek, her pirsek û her hewldanek ji bo dîtina civakê dema ji sînorên ku ji hêla desthilatdaran ve hatine xêzkirin derdikeve, bi zextê re rû bi rû maye. Ev pêvajo di heman demê de destwerdanek sîstematîk e û armanc dike ku çapemeniya azad ji holê rake. Kevneşopiya Çapemeniya Azad ku rastiyê tîne qada giştî, têkiliyên hêzê dipirse û dengê gel e, bûye hedefa rasterast a van polîtîkayên zextê. Ji ber vê yekê, çalakiya çapemeniya azad a ku ji hêla rojnamevanan ve tê meşandin ne tenê wekî têkoşînek pîşeyî, lê di heman demê de wekî têkoşînek siyasî jî di bin êrişê de ye.
Di tevahiya sala 2025'an de, rojnamevan ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameyên wan ên jin û pratîkên wan ên ragihandinê yên li ser jinan jî bi êrişan rû bi rû dimînin. Heqaretên zayendperest, gefên bi zimanê li ser laşê mirovan hatine avakirin, kelemçekirina destan a ji pişt ve, gefên lêgerîna tazî, lînca dîjîtal û hedefgirtina sîstematîk bûn amûrên sereke yên tepeserkirina li dijî rojnamevanan. Armanca van êrişan ew e ku hebûna jinan di qada giştî de bitepisînin, rojnamegeriya jinan nedîtî bikin û zimanê ragihandina nûçeyan ê ku ji hêla mêran ve serdest e ji nû ve hilberînin.
Rojnamevan bi taybetî ji ber nûçeyên xwe yên li ser mijarên wekî kuştina jinan, sûcên li dijî zarokan, girtîgeh, polîtîkayên qeyûman, şer, koçberiya bi darê zorê û şîdeta dewletê, bûne hedef. Her nûçeyek li van deveran wekî destwerdanek ku rejîma bêdengiyê ya ku ji hêla desthilatdaran ve tê xwestin têk dibe hatiye dîtin û li gorî vê yekê hatiye cezakirin. Di vî warî de, êrişên li ser rojnamevanan ne tenê êrişeke li ser azadiya çapemeniyê ye, lê di heman demê de êrişek îdeolojîk a li ser rizgariya jinan, bîra kolektîf û rastiyê bi xwe ye jî.
Di tevahiya sala 2025'an de, mekanîzmayên dadwerî ne wekî amûrên parastina rojnamevanan, lê wekî amûrên cezakirina wan xebitîn. Di bin nezelalî û zextek dirêj de, lêpirsîn û darizandin bûn rêbazek sereke ya ji bo girtina rojnamevanan. Dozên ku bi tohmetên nezelal vebûn wekî rêbazek ji bo krîmînalîzekirina rojnamegeriyê û kûrkirina xwe-sansurê hatin bikaranîn. Mînak, rojnamevan di serdegirtinên malên wan ên di sersibehê de hatin binçavkirin, dema nûçe dişopandin hatin derbkirin, destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin û alavên wan hatin desteserkirin. Rojnamevanên ku di girtîgehan de bi veguhestinên bi darê zorê ji malbat û pîşeyên xwe hatin veqetandin, lênêrîna wan a tenduristiyê hat redkirin, name û raporên wan ên nûçeyan hatin desteserkirin. Di qada dîjîtal de, rojnamevan hatin hedefgirtin, gef li wan hatin xwarin û kampanyayên reşkirinê li ser wan hatin meşandin.
LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û WÊRANKIRINÊ
Tundiya fizîkî ya ku hêzên ewlehiyê di dema şopandina nûçeyan de li dijî rojnamevanan pêk tînin, desteserkirina alavan, pêşîgirtina li kişandina dîmenan û taktîkên çavtirsandinê armanc dikin ku rojnamegeriyê di qadê de bi awayekî pratîkî ne pêkan bikin. Ev pêkanîn, hewldan nîşan didin ku rola çavdêriyê ya çapemeniyê ji holê were rakirin û qada giştî bi tevahî di bin kontrolê de were girtin.
Binpêkirinên li dijî rojnamevanan li herêma Kurdistanê gelek dijwartir û sîstematîktir in. Li her çar beşên Kurdistanê, rojnamegerî bûye hedefa rasterast a polîtîkayên înkar û wêrankirinê. Rojnamevanên ku binpêkirinên mafên mirovan, tawanên şer, koçberkirina bi darê zorê, polîtîkayên qeyûm û şert û mercên girtîgehê belge dikin, bi zextên dewlet û komên çekdar de tê xwestin bên bêdengkirin. Bi taybetî rojnamevanên Kurd ji ber hem nasnameya xwe ya neteweyî û hem jî ya jinê bi du zextan re rû bi rû dimînin. Polîtîkayên şer û ewlehiyê yên ku li herêma Kurdan têne meşandin rasterast rojnamegeriyê hedef digirin da ku pêşî li eşkerekirina rastiyê bigirin. Ev zext dibin sedema ku binpêkirinên ku gelê Kurd dikişîne neyên dîtin.
Di tevahiya sala 2025'an de, şer û pevçûnên berdewam li seranserê Rojhilata Navîn bi êrişên li ser rojnamegeriyê re derket pêş. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistînê, Iraq û Îranê, rojnamevan bi bombebaran, êrişên çekdarî, binçavkirin, gef û sansurê re rû bi rû man. Rojnamevanên ku komkujiyên sivîlan, tundûtûjiya li ser jinan, koçberiya bi darê zorê û sûcên şer belge dikirin, bûn hedef. Ev yek nîşan dide ku şer ne tenê bi rêbazên leşkerî, lê di heman demê de bi serdestiya li ser agahdarî, bîr û rastiyê jî tê meşandin. Rojnamevan her tim hatiye xwestin bên bêdengkirin. Êrişên li ser rojnamegeriyê li Rojhilata Navîn bûne beşek ji rejîmeke herêmî ya tepeserkirinê.
Di piraniya binpêkirinên ku di raporê de bi berfirehî hatine destnîşankirin de sûcdar hatine parastin û lêpirsînên bibandor nehatine kirin. Tundûtûjî, gef û zextên li dijî rojnamevanan bêceza mane û rê li ber binpêkirinên nû vekirine. Siyaseta bêcezatiyê bûye yek ji mekanîzmayên bingehîn ên ku berdewamiya êrişên li dijî rojnamevanan misoger dike. Ev tevahî wêne careke din eşkere dike ku sala 2025'an ne tenê ji bo rojnamevanan salek dijwar bû, lê di heman demê de dê bû saleke krîtîk ku Çapemeniya Azad hat hedefgirtin, rastî bi awayekî sîstematîk hat tepeserkirin, hat xwestin jin bên bêdengkirin û rojnamegeriya jinan rasterast hat hedefgirtin. Li gel vê yekê, rojnamevan û kevneşopiya Çapemeniya Azad berdewam dikin, rastiyê diparêzin û li dijî hemî zextan dengê gel in.
DAXWAZ
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dixwazin xalên li jêr bên cih;
*Bila rojnamegerî êdî wekî amûreke sûc neyê dîtin û hemû zext, tundî û êrişên li ser rojnamevanan tavilê bi dawî bibin.
*Bila hemû rojnamevanên ku dema nûçe dişopandin hatine binçavkirin, girtin, tundî li wan hatine kirin û bi zextên dadwerî hatine bêdengkirin serbest werin berdan.
*Divê sîstema dadwerî dev ji amûra ji bo cezakirina rojnamevanan berde; nûçe, hevpeyvîn û parvekirinên medyaya civakî divê êdî wekî bingehek ji bo sûcdariyê neyên bikaranîn.
*Divê garantîkirina mafên tenduristî, ragihandin, kar û azadiya derbirînê ya rojnamevanên di girtîgehan de pêk werin û divê veguhestinên bi darê zorê, tecrîd û pêkanînên disiplînê yên keyfî bi dawî bibin.
*Em daxwaz dikin ku tundiya fizîkî, gef û astengkirina nûçeyan a li dijî rojnamevanan a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi dawî bibin û divê berpirsên giştî yên van binpêkirinan bi awayekî bi bandor werin lêpirsînkirin.
*Em daxwaz dikin ku polîtîkayên sansurê, sînordarkirinên gihîştinê û fermanên girtinê yên di warê medyaya dijîtal de werin bidawîkirin û azadiya derbirînê li ser înternet û platformên dijîtal were misogerkirin.
*Bicîhanîna mekanîzmayên parastin û bicîhanînê yên bi bandor ên li dijî gotinên zayendperest, gef, hedefgirtin û êrîşên dîjîtal ên li ser rojnamevanan, divê pêk were.
*Em daxwaz dikin ku êrişên li ser rojnamevanan bi dawî bibin ku bûne beşek ji polîtîkayên înkar, wêrankirin û şer ên li herêma Kurdistanê tên meşandin û dawî li polîtîkayên tepeserkirinê yên taybetî yên li ser rojnamevanên jin ên Kurd bê anîn.
*Divê êrişên li ser rojnamevanan li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistînê, Iraq û Îranê, rawestin; rojnamevanên ku tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan belge dikin werin parastin.
*Em daxwaz dikin ku çapemeniya navneteweyî û mekanîzmayên azadiya ramanê li hember binpêkirinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ên li dijî rojnamevanên jin bêdeng nemînin û pêvajoyên çavdêrî, rapor û cezayan bicîh bînin.
Tevî hemû zextan, rojnamevan dê nivîsandina rastiyan bidomînin.Wê bilindkirina dengê jinan û bindestan bidomînin. Em banga zêdekirina hevgirtinê û têkoşîna hevbeş a li dijî hewldanên bêdengkirina rojnamegeriyê dikin."
DANEYÊN BINPÊKIRINAN
Di raporê de hate gotin ku di sala 2025'an de 18 rojnameger rastî êrişê hatin, bi ser mala 2 rojnamegeran de hte girtin, 28 rojnameger hatin binçavkirin, ji bo îfadeyê bang li 16 rojnamegeran hate kirin, 14 rojnameger hatin girtin, 22 rojnameger rastî miameleya xerab hatin, gef li 18 rojnamegeran hatin xwarin, şopandina nûçeyan a 20 rojnamegeran hate astengkirin, li girtîgehan jî 11 binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Her wiha; der heqê 16 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin û doz li 25 rojnamegeran hate vekirin. Li 22 rojnamegeran bi giştî 31 sal û 5 meh û 17 roj cezayê hefsê û 40 hezar û 380 TL jî cezayê pereyan hate birîn. Di raporê de hate destnîşankirin ku dozên 101 rojnamegeran berdewam in, 2 rojnameger girtî ne, 17 rojnameger ji kar hatin derxistin, 3 malperên înternetê hatin girtin, naveroka 27 medyayên dijîtal hatin astengkirin û xwegihandina nûçeyekê jî hate astengkirin.
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
Navên rojnamegerên girtî wiha ye:
* Hatîce Duman - Midûra Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê