MERSÎN - Tê payin ku di danişîna Şehrîban Şekerê ya ji ber daxuyaniyên têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê tê darizandin de biryar were dayin. Parêzer Fîgen Alpê ji bo piştevaniyê bang kir.
Endama Komeleya Jinan a Mîmoza Şehrîban Şeker a ku ji ber der heqê mirinên biguman ên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê de ji Ajansa Mezoptamyayê (MA) re axivîbû, li Dadgeha 15’emîn a Cezayê Giştî ya Mersînê tê darizandin. Der heqê Şehrîban Şekerê de bi îdiaya “bi aşkera agahiyên şaş parve kiriye” ceza tê xwestin. Di danişîna di 16’ê Çileyê de biryar tê payîn.
DOZGER CEZA XWEST
Şehrîban Şeker a ku di 6’ê Gulana 2025’an de di roportajê de diyar kiribû ku delîlên di dosyayê de bi zanebûn hatine windakirin û cînayetên jinan tên veşartin. Dozger, di mutaleaya di 5’ê Çileyê de bi îdia ku daxuyaniya Şeker “di nava gel de tirs tê belavkirin û aştiya raya giştî xira dike” daxwaza cezakirinê kiribû. Dadgehê li ser daxwaza parêzerên Şehrîban Şekerê danişîn taloqî 16’ê Çileyê kiribû.
‘JI BER GUMAN ANÎBÛ ZIMAN TÊ DARIZANDIN’
Parêzera Şehrîban Şekerê Fîgan Alpê berî danişînê axîvî û pêvajoya darazê nirxand. Fîgen Alpê diyar kir ku berê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn hatiye vekirin û ji ber kêmasiyan dosya şandine Mersînê û ev tişt got: “Piştî îfadeya li emniyete li Dadgeha 15’emîn a Cezayê Giran a Mersînê doz hate vekirin. Fîgen Alpê diyar kir ku di danişîna ewil de parastina xwe pêşkêş kirine û ev tişt got: “Muwekîla min bi xirakirina aramiya raya giştî tê sûcdarkirin. Lêbelê Gulistan Doku ev 6 sal in hêj winda ye û der heqê dosyayê de hêj biryara nepeniyê heye. Di dosyaya Rojîn Kabîşê de piştî windabûna wê 18 roj derbas bû cenazeyê wê hate dîtin. Gotin întihar e lê dê lêkolîna DNA’yê de DNA’yên du mêran hat tespîtkirin. Muwekîla min ji ber ku ev guman anî ziman tê darizandin.”
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Fîgen Alpe diyar kir ku ji bo sûcê “parvekirina agahiyên şaş” pêk bê divê gotinên ne rast û tirsandina gel hebin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Muwekîla min tu agahiyên şaş parve nekiriye. Der barê xirakirina aramiya raya giştî de tu delîlekî şênber tuneye. Ev yek darizandina azadiya îfadeyê ye. Daxwaza heqîqet û edaletê ya jinan tê krîmînalîzekirin. Ji bo danişîna doza Şehrîban Şekerê ku dê di 16’ê Çileyê de li Dadgeha Cezayê Giştî ya Mersînê bê lidarxistin, ji bo piştevaniyê em bangî hemû jinan dikin.”