Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
Serokkomar Tayyîp Erdogan di vegera Qazaxistanê de pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Divê nexşerê, bi nêzikatiyeke çêker û çareseriyê esas digire bikeve meriyetê. Divê her kes bi berpirsyartî tevigere û qonaxa heyî gelek girîng e.”
Ji bo Abdullah Ocalan name ji Komîteyê re şand: Pêdivî bi qanûnan heye
Siyasetmedarê Îtalî Marco Grimaldi ku yek ji îmzevanê nameya der barê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de ku ji Komîteyê re hat şandin, diyar kir ku Ocalan rêberekî siyasî û rewşenbîrî ye û divê qanûnên pêwîst ji bo pêvajoyê bên derxistin.
Salvegera biryarên Doza Kobanê: Heke armanc aştî be wê dema çima hêj girtî ne?
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye û armanc jî girtina HDP’ê ye. Bi domdarî got: “Heke armanc aştî be, wê demê hevalên me çima hêj girtî ne?”
DEM Partî dê bi dirûşma ‘Gavek ji bo aştiyê’ ber bi Meclisê ve bimeşe
DEM Partî dê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” ber bi Meclisê ve meşê li dar bixe.
Endamê komîsyonê Firat: Ne tenê Kurd divê her kes xwedî li aştiyê derkeve
Celal Firat ê DEM Partiyî diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji êş û şerê Rojhilata Navîn serxistina pêvajoya aştiyê ye û got: “Ne tenê Kurd, divê her kesê li vê xakê dijî bikare gotina xwe bike.”
DEM Partiyê ji bo Kurdî pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Meclisê kir
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli ji bo astengiyên pêşiya perwerdehiya fermî ya Kurdî bê lêkolînkirin pêşnûmeya lêkolînê pêşkeşî Meclisê kir û xwest ku polîtîkayên înkar, qedexeker û encamên wan ên dîrokî û civakî bê lêkolînkirin.
DEM Partiyê têkildarî ‘sansûrkirina Kurdî ya di girtekên Meclisê de’ daxwazname da
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê, têkildarî sansurkirina Kurdî ya di girtekên Meclisê de daxwazname da Serokatiya Meclisê û xwest ev sepan were bidawîkirin.
Amedî ji bo meşa 'Gavek Ji Bo Aştiyê' hatin vexwandin
Li gelek deverên Amedê welatî ji bo meşa "Gavek ji bo Aştiyê" ya ku dê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin, hatin vexwendin.
Kalmaz ê HDK'î: Divê pêvajo ji bextê AKP'ê re neyê hiştin
Mûrat Kalmaz ê HDK'î diyar kir ku divê pêvajo ji bextê AKP'ê re neyê hiştin û ji ber vê yekê divê hemû derdorên civakê beşdarî meşên plankirî bibin û got: "Werin em hemû bi hev re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê biqîrin."
Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê bi dawî bû
Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin piştî hevdîtinê diyar kir ku di rojeva wan de hilbijartin heye û Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bang li partiyan kir ku bingeha muzakereyê xurt bikin.
DMME’yê di dosyaya Ayla Akat Atayê de Tirkiye mehkûm kir
DMME’yê biryar da ku girtina Ayla Akat Atayê ya di sala 2016’an de dijî hiqûqê ye û Tirkiye mehkûm kir.
Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Armanca sereke ya meşê daxwaza statuyê ye
Elîf Bulut a ji DEM Partiyê, têkildarî meşa ku partiya wê dê di 16’ê Gulanê de bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” li dar bixe axivî û diyar kir ku armanca sereke ya meşê, daxwaza statuya Abdullah Ocalan e.
Comert ê CHP’î: Pirsgirêk tenê bi bêdengbûna çekan çareser nabe, divê gav bên avêtin
Alî Ekber Comert ê CHP’î diyar kir ku pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê tenê bi bêdengbûna çekan çareser nabe û got divê di çarçoveya pêvajoyê de gav bên avêtin.
Temellî: Divê qanûna taybet demildest were derxistin
Sezaî Temellî diyar kir ku tu eleqeya 12’emîn Pakêta Darazê û “qanûna taybet” bi hev nîne û got: “Bendewariya me ya têkildarî qanûna taybet didome. Behsa piştî cejnê dikirin û ji bo cejnê ji du hefteyan kêmtir dem ma.”
Welatiyên Wanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
Welatiyên Wanê ji ber gavneavêtina dewlet û îktîdarê ya di pêvajoyê de bertek nîşan dan û gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.