Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin

MÛŞ - Cotkarên ku li Deşta Mûşê çandiniya silqê dikin, diyar kirin ku bi buhayê hatiye dayîn ve nikarin lêçûnên xwe dabîn bikin û gotin: “Em roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.”

Deşta Mûşê ya ku li Kurdistanê yek ji navendên girîng ên çandiniyê ye, her sal yek ji navendên sereke ye ji bo hilberîna bi sed hezaran ton silq. Li bajêrê ku di çandiniyê de "bi hilberîna silqê hatiye nasîn", di mehên biharê de tov li axê tên reşandin. Çandiniya silqê ya ku bi çandina "tovên zîrek" ên ku tenê aîdî kargeha şekir a bajêr in di meha biharê de dest pê dike. Di meha Îlonê de bi dirûnê re dawî dibe. Cotkarên ku ji bo dirûna silqê bi şefeqa sibê re dadikevin zeviyan, ber êvarê berhemên xwe berhev dikin û dikevin rê da ku bibin kargehê. Cotkarên ku didin ser rêya kargehê, ji bo firotina silqên ku tevahiya salê xwêdan ji bo wan rijandine, li ber kargehê bi metroyan dikevin rêzê. Ji bilî sînorê kotayê, derdê din ê mezin ê cotkaran jî dabînkirina lêçûnan e. Hilberîner destnîşan dikin ku bilindkirina Wezareta Çandinî û Daristanê ya buhayê kirîna silqê ya sala hilberînê ya 2025-2026’an, tevî prîma temamkirina kotayê jî, bûye 3 hezar û 100 TL, ew vê bihayê têr nabînîn û dibêjin ku buhayê hatiye diyarkirin jî nikare lêçûnên wan dabîn bike.
 
'COTKAR JI HER DERÊ RE DEYNDAR IN'
 
Cotkar Tayfûn Toplu, diyar kir wî di şefaqa sibê de berhemên xwe yên li ser zevî berhev kiriye û ketiye rê û ev tişt got: “Ez ji mêjve vî karê silqê dikin. Îsal qet em negihîştin buhayê ku me hêvî dikir. Piraniya cotkaran mexdûr bûne. Mazot gelek biha ye, pereyê tov, pereyê karkeran heye. Ji bankayan bigire heya her derê deynê me heye. Cotkar nikare ji bin deynan derkeve.”
 
Toplu anî ziman ku kîloya tovên zîrek ên ku kargehê firotiye wan 30 hezar TL ye û li gorî van lêçûnan, buhayê silqê yê îsal hatiye diyarkirin, lêçûnên wan dabîn nake. Toplu diyar kir ku wî 300 donim silq çandiye û ji ber ku ava bendavê jî xilas bûye, berhemên wan li gorî sala borî kêm bûye û wiha pê de çû: “Her sal me 9-10 ton ber ji zevî kom dikir, îsal ev daketiye 4’an. Li hin deran em nikarin dirûnê bikin. Tu piştgiriyek li gorî cotkar tune ye, em hemû îsal mexdûr bûn. Em êdî ber bi îflasê ve diçin.”
 
'JI BER KU KAREKÎ DIN TUNE YE EM VÎ KARÎ DIKIN'
 
Cotkar Nîhat Yurga (37) jî diyar kir ku ew jî ji zarokatiyê ve vî karî dikin, lê her sal xwezî bi par e û got: “Ji roja ewil a çandiniyê heta îro, em di vî karî de her dem mesref dikin. Avdanî, tevrik her tişt mesref e. Em bi qasî çandiniyê berê wernagirin. Ji ber ku li vir karekî me yê din tune ye, em vî karî dikin. Gelek hevalên me ev kar berdan. Ê ku li vir maye jî ji ber ku çavkaniya wî ya debara wekî din tune ye, bi zorê vî karî dike.”
 
Bedrettîn Çaglar (60) anî ziman ku kotaya hatiye danîn ji bo wan pirsgirêk çêdike û diyar kir ku ew hewl didin ku pirsgirêka sînorê kotayê di nav xwe de bi piştevaniyê ve çareser bikin.
 
'JI BER ZERARÊ MIN COTKARÎ BERDA'
 
Cotkar Mehmet Taniş (53) anî ziman ku ji ber ku bi salan e vî karî dike û zerar kiriye û di dawiyê de neçar maye dev jê berde. Taniş diyar kir ku wî hilberîna silqê ya ku 30 sal berê dest pê kiribû, 15 sal berê ji ber ku her tim zerar kiriye berdaye û got: “Em mexdûrên vê sîstemê ne. Wekî cotkar em di rewşeke pir zehmet de ne. Ger buhayek baş bidana, cotkar nediket vê rewşê. 110 donim zeviya min hebû; lê min hemû jî ji ber vê zerarê berda. Di karên tev û bêrê de dixebitim. Bi rastî gelê vir zehmetiyeke mezin dikişîne.”
 
MA / Ceylan Şahînlî