Girtî Abbas Yavarî bi îşkenceyê hate kuştin
Welatiyê Ereb ê bi navê Abbas Yavarî ku di çalakiyan de hatibû girtin, sê roj piştî ji Girtîgeha Adelabadê sewqî cihekî nediyar hate kirin, jiyana xwe ji dest da.
Îsraîl rexmê agirbestê êrişî Lubnanê kir
Îsraîl, rexmê agirbesta demkî ya 10 rojan li dijî bajarokên Lubnanê êrişa hewaî pêk anî.
Lubnanê gotina Trump a ‘lîderên Îsraîl û Lubnanê dê hevdîtinê bikin’ derewand
Serokê DYA’yê Donald Trump, diyar kir ku dê lîderên Îsraîl û Lubnanê sibê hevdîtinê bikin. Rayedarekî lubnanî jî ev îdiaye derewand.
Îdia: DYA û Îranê dema dirêjkirina agirbestê dinirxînin
Hat îdiakirin ku DYA û Îran ji bo hevdîtina peymana aştiyê, dema dirêjkirina agirbestê dinirxînin.
Serokwezîrê Pakistanê bi rojeva Îranê dê serdana 3 welatan bike
Serokwezîrê Pakistanê, bi rojeva hevdîtinên agirbesta di navbera Îran-DYA yên ku dê li Îslamabadê bên kirin, dê serdana Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê bike.
Pêşmergeyek jin di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest da
Pêşmergeya Komala Xezal Moleyî ya ku di êrişa Îranê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Îranê êrişî baregehên Zahmetkêşan û PDK-Î kir
Îranê rexmê agirbestê êrişî baregehên pêkhateya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê, Zahmetkêşanê Kurdistanê û PDK-Î kir.
Îranê cezayê darvekirinê da 5 girtiyan
Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 5 girtiyên siyasî.
Rejîma Îranê girtiyekî siyasî darve kir
Derket holê ku rejîma Îranê girtiyê siyasî Muhammed Cevad Vefaeî Sanî di 4’ê Nîsanê de li Girtîgeha Vekîlabadê darve kiriye.
HRANA: Li Îranê di du rojan de 232 kes hatin binçavkirin
HRANA’yê ragihand ku zextên li ser gelê Îranê zêde dibin û da zanîn ku di du rojan de 232 kes hatine binçavkirin.
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama du êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Aqûbeta jinên ji hêla rejîma Îranê ve hatin binçavkirin nayê zanîn
Aqûbeta Hedîs Heqîqî û Sara Spêhrî yên ji hêla rejîma Îranê ve hatine binçavkirin nayê zanîn. Hat zanîn ku der heqê Sîma Îbay Ferîman a li Girtîgeha Wekîl Abadê tê ragirtin jî tu agahî bi malbata wê re nayên parvekirin.
Li Îranê hejmara sivîlên hatine kuştin zêde dibe
Rêxistina Rewşên Lezgîn a Îranê, ragihand ku hejmara sivîlên di şer de tên kuştin her ku diçe zêdetir dibe.
Galîbaf: DYA’yê bawerî neda Îranê
Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bakir Galîbaf got: “Aliyê din nekarî di tura muzakereyê de baweriyê bide şandeya Îranê. DYA’yê mantiqa me fêm kir; niha dora wan ka dê bikarin baweriyê bidin me yan na.”
Li Îranê metirsiya darvekirinê li ser 4 girtiyan heye
Çar girtiyên siyasî yên li hucreyên yek kesî yên li Girtîgeha Qizilhesarê têne ragirtin, bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.