Rejîma Îranê 3 Beluc qetil kir 2026-04-10 09:50:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê welatiyên Beluc ên bi navên Belal Hout, Abubakr Pirasteh û Sanaollah Pirasteh di hundirê wesayîtê de qetil kir.    Rejîma Îranê, li gundê Sandhamzeh ê navçeya Daştiara ya navçeya Negur a Eyaletên Sistan û Belucistanê 3 welatiyên ciwan ên di hundirê wesayîtê de qetil kir.    Li gorî daxuyaniya rêxistina mafên mirovan a li Îranê HENGAW’ê; ciwanên bi navên Belal Hout (24), Abubakr Pirasteh (27) û Sanaollah Pirasteh (29) di 3’yê Nîsanê de dema di wesayîtê de rastî gulebaranê hatin û jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku bêyî hişyariyek were kirin wesayît hatiye gulebarankirin. Piştî êrişê wesayît wergeriya û hêzên rejîmê bi gulebaranê her sê welatî qetil kir.    Têkildarî bûyerê heta niha jî tu daxuyanî nehatine dayin.