NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Agirî Ciwanro diyar kir ku dibe li Rojhilat her tişt di carekê de biguhere û ev tişt anî ziman: “Hevpemaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, di dîroka hemdem a rojhilatê Kurdistanê de bûyereke dîrokî ya heta niha nehatiye dîtin e. Domandina vê koalîsyonê jî dîrokî ye.”
Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de didome. Di demeke şer didome de yek ji aktorên sereke ya siyasî ku niha li ser tê axaftin jî hêzên siyasî û leşkerî yên li rojhilatê Kurdistanê ne. Di rewşekî alozî kûr dibe de Kurdên Rojhilat tifaqa xwe ragihand. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, hem ji bo Rojhilat hem jî ji bo Kurdistanê weke firsendeke dîrokî tê nirxandin.
Rojnameger Agirî Ciwanro ku li Rojhilat dijî, geşedanên li herêmê ji ajansa me re nirxand.
Agrî Ciwanro, diyar kir ku bi destpêkirina şer re jiyana li Rojhilat jî zehmet bûye û got: “Enflasyon, peydanekirina mal a di piyasayê de û nebûna ewlehiyê, çendek ji encamên şer e. Van jî jiyana rojane ya gel serûbin kir. Lêbelê ji hêla siyasî û psîkolojîk ve, piraniya gelê Kurd van her du hestan dijî; li rexekî fikarên wan hene û li rexa din jî hêviya wan heye. Ji ber şerekî li derveyî kontrola wan ku îxtîmaleke bi salan bidome û çarenûsa wan dê diyar bike bifikar in. Lê li hêla din ji ber ku firsenda li Îranê bibin aktor û çarenûsa wan a siyasî biguhere jî bihêvî ne.”
‘TU TIŞTEK TEQEZ NÎNE’
Ciwanro, da zanîn ku têkiliyên partiyên siyasî yên li Rojhilat hem bi welat û hem jî bi dewletên derve re hene û ev tişt anî ziman: “Pêwendiyên partiyên Kurd hene lê hêj tu tiştek teqez nîne. Hem muxalefet hem jî rejîma Îranê ji bo sorkirina dijminatiya li Kurdan, îdiaya ‘dabeşkariyê’ li partiyên Kurd dikin. Mafê her neteweyekê heye ku serxwebûnê weke vebijêrkek hilbijêre. Lêbelê kurd û bi taybet jî partiyên siyasî di vê qonaxê de ev vebijêrk red kirin. Vebijêrkeke cidî ye ku ev partî di şerê bejahî de cih bigirin. Lêbelê propagandaya ‘dabeşkeraiyê’ ya rejîm û muxalefet dike tenê vegoteke û di qonaxa heyî de tu tiştek teqez nîne.”
‘KOALÎSYON BÛYEREKE DÎROKÎ YE’
Ciwanro, di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd daxwaza mafên xwe yên bingehîn dike û wiha pê de çû: “Li rojhilatê Kurdistanê gotina sereke, gotina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye. Pratîka şênber a vê gotinê jhî daxwaza pergala federalîzmê ya ji bo Îranê ye. Bi vê hevpeymaniya dîrokî û tifaqa hatiye avakirin re ev hedef ne hedefeke dûr e. Rojhilat, ji başûr û rojavayê Kurdistanê pir bandor bû û ev tevek nîşan didin ku êdî hêzên siyasî gihiştine astekê. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê gavekî dîrokî ye. Ev hevpeymanî, di dîroka modern a rojhilatê Kurdistanê de mînakên wê nînin û li tevahiya Kurdistana mezin de bûyereke dîrokî ye ku pir kêm hatiye dîtin.”
‘DOMANDINA TIFAQÊ DÎROKÎ YE’
Bi domdarî Ciwanro diyar kir ku domandina hevpeymaniyê jî tiştekî dîrokî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman domandina vê hevpeymaniyê, cîbicîkirina xalên wê û dilsoziya pê re, ji ragihandina wê gelek zehmettir e. Hêza leşkerî ya hevpar, avadaniya siyasî ya hevpar û pêvajoya veguhêz a piştî rejîmê, çendek xalên herî girîng in. Cîbicîkirina van, ji bo Kurdê li Îranê avantajeke pir mezin e. Heta asta di şert û mercên heyî de, rêjeya rêxistiniya siyasî ya li Kurdistana Îranê, li Îranê tiştekî pir kêm tê dîtin e. Rêzgiriya partiyên Kurd a di navbera hev de û piranîparêziya wan, di nava tevgerên muxalîf ên navendperest de qet nayê dîtin û ev jî potansiyeleke demokratîk e.”
MA / Bêrîvan Kutlu