Li Îranê jinek ji ber parvekirina 'stîkerekê' hat girtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Azar Ahû ya ji Meşhedê ji ber parvekirina stîkereke bi naveroka "şadî û kêfxweşiyê" li ser mirina Alî Xamineyî, hat girtin.
 
Azar Ahû ku li Meşhedê dijî, di 28'ê Sibatê de bi tohmeta "hevkariya bi Îsraîlê re" ji ber stîkereke ku wê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî mirina Alî Xamineyî ku di êrişên hewayî yên DYA û Îsraîlê de hat kuştin, parve kir, hat girtin. Hat hînbûn ku Azar Ahû ji ber parvekirina "stîkereke şadiyê" li ser postek medyaya sanal hatiye girtin. Her wiha, hat gotin ku di dosyeya der barê Azar Ahûyê de ji bilî postên medyaya sanal tu agahî tune ne.