Rejîma Îranê girtiyekî siyasî darve kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku rejîma Îranê girtiyê siyasî Muhammed Cevad Vefaeî Sanî di 4’ê Nîsanê de li Girtîgeha Vekîlabadê darve kiriye. 
 
Hat zanîn ku rejîma Îranê girtiyê siyasî yê bi navê Muhammed Cevad Vefaeî Sanî ku bi hinceta beşdarbûna çalakiyên Mijdara 2019’an hatibû girtin û bi îdiaya “li ser rûyê erdê fesadiyê derdixîne” dihat darizandin, di 4’ê Nîsanê de li girtîgehê bi awayekî veşarî darve kiriye. 
 
Têkildarî darvekirina antrenorê boksê Sanî ku li Girtîgeha Vekîlabadê ya li Meşhedê dihat ragirtin, tu agahî bi malbata wî re nehatin parvekirin û destûr nehate dayin ku beriya darvekirinê cara dawî bi malbata xwe re hevdîtinê bike.