Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.

 
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê der barê darvekirinan de daxuyaniyeke vîdeoyî weşandin. Di daxuyaniyê de, peyama ji bo rawestandina darvekirina girtiyên siyasî li Îranê hevgirtineke xurt pêwîst e, hat ragihandin.
 
Dayikên Aştiyê ku anîn ziman ew ji bo jiyana zarokên xwe bi fikar in, diyar kirin ku darvekirin ne tenê gefê li kesan, di heman demê de gefê li rûmeta mirovan û pêşeroja civakê jî dixwin. Dayikên Aştiyê, bi banga yekîtî û parastina mafê jiyanê li partî û rêxistinên Kurd û neteweyî û navneteweyî, daxwaza rawestandina darvekirinan, zêdekirina zexta navneteweyî, bilindkirina hesasiyeta gerdûnî û piştgiriya malbatên girtiyan kirin. Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku bêedaletî tenê bi yekîtî û çalakiya hevpar dikare bê têkbirin.
 
JI PJAK'Ê PIŞTGIRÎ
 
Endamê Lijneya Rêveber a PJAK'ê Rêwar Awdanan, piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya Dayikên Aştiyê anî ziman û got: "Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê ji bo pêşîgirtina li darvekirina girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve, banga 'hevkarî û hevgirtinê' kirin. Em, wekî PJAK, hem ji bo xwe û hem jî ji bo tevahiya gelê Kurd, qîmetê didin Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê. Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin Dayikên Aştiyê û banga wan."    
Nûçeyên Têkildar
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî

Li hunermenda Îranî Peresto Ahmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne ji aliyê dadgeha Îranê cezayê lêdana bi qemçiyan hate birîn.

Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir
Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir

Trump protokola mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re hate amadekirin, îmze kir. Agirbesta mayinde li eniya Lubnanê, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina pêkanînan û sererastkirinên nû di mijara bernameya nukleerî de li nava metnê hene.

Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”