Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

 
Civata Kedkarên Kurdistanê (Komala) ragihand ku Îranê bombe li biryargehên wan ên li Hewlêrê barand. Endamê Desteya Rêveber a Komala Amjad Huseyîn Panahî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku biryargehên wan ên li Geliyê Alana, ji aliyê Îranê ve hatine hedefgirtin.
 
Panahî, anî ziman ku êriş ji aliyê Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê ve pêk hat û diyar kir ku saet 12.45’an sê fuze li baregehên Komala ketine. Panahî, destnîşan kir ku di êrişê de tu ziyanên canî çênebûne û diyar kir ku Îran ji destpêka şer û vir ve êrişên xwe yên li ser Komala didomîne.
 
Panahî, ragihand ku Îranê ji destpêka şer û vir ve bi zêdeyî 76 fuze û balafirên bêmirov êrişî biryargehên Komala kiriye.
 
Nûçeyên Têkildar
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî
Rejîma Îranê li hunermendan cezayê lêdana birî

Li hunermenda Îranî Peresto Ahmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne ji aliyê dadgeha Îranê cezayê lêdana bi qemçiyan hate birîn.

Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir
Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir

Trump protokola mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re hate amadekirin, îmze kir. Agirbesta mayinde li eniya Lubnanê, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina pêkanînan û sererastkirinên nû di mijara bernameya nukleerî de li nava metnê hene.

Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin
Ji bo 3 girtiyên Kurd ên bi xetereya darvekirinê rû bi rû bang hate kirin

Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”