‘Sêşema na ji darvekirinan re’: Serokê Darazê ji bo girtiyan gef e

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di daxuyaniya xwe ya heftane ya 128’emîn de bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafên girtiyên siyasî û diyar kir ku re’ hiştina Serokê Darazê Gholamhossein Mohseni Ejei li ser wezifeya gefeke cidî ye li ser girtiyan.

 
Kampanyayê daxuyaniya xwe ya heftane ya 128’emîn di beriya salvegera tepeserkirina xwepêşandanên xwendekaran ên 9’ê Tîrmeha sala 1999’an de weşand. Di daxuyaniyê de kesên ku di bûyerên 18’ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn, bal kişandin ser zêdebûna cezayên darvekirinê û darvekirinên wan li Îranê û ragirtina serokê dadweriyê wekî berdewamiya polîtîkayên tepeserkirinê di pergala dadweriyê ya Komara Îslamî de hat hesibandin.
 
BIRYARÊN DARVEKIRINÊ
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka meha Tîrmehê ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin, her wiha ji bo hin girtiyên siyasî û tawanbarên asayî jî cezayê mirinê hatiye birîn. Kampanyayê bal kişand ser cezayê darvekirinê yê ku li girtiya siyasî Erxewan Felahî ya li qewşê jinan ê Girtîgeha Evînê tê girtin hatiye birîn û eşkere kir ku ev biryar di bin zexta saziyên ewlehiyê de û bêyî pabendbûna bi rêgezên dadgehkirina adil hatiye dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de, li ser cezayên darvekirinê yên li ser Mehnaz Çardulî û girtiyên din ên mêr ên ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin balhat kîşandin û hat diyarkirin ku ev biryar mînaka zêdekirina bikaranîna cezayê darvekirinê ye bi armanca tirsandina civakê.
 
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ hiştina Ejeî di wezifeya serokatiya darazê de rexne kir û ev biryar wekî gefeke cidî li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê nirxand. Îddîa kir ku di dehsalên dawî de di dema wî de biryar û înfazên darvekirinê gihîştine asta herî bilind. Di daxuyaniyê de her wiha bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê hat kirin ku ji bo rawestandina cezayên darvekirinê û misogerkirina dadgehkirina adil, zextê li ser karbidestên Îranê zêde bikin.
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Li gorî kampanyayê, girtiyên ku tevlî ‘Sêşema na ji darvekirinan re’  bûne, di hefteya 128’an de li 57 girtîgehên seranserî Îranê de greva birçîbûnê berdewam dikin; di nav de girtîgehên wekî Evîn, Gezelhîsar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Qarçak, Adilabad a Şîrazê, Şîban a Ahvazê, Tebriz, Urmiye, Sine (Saneandaj), Meşhed, Kerman û gelek girtîgehên din.