Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê 2025-05-04 15:56:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Nîşeya Sirri Sureyya Onder di dema hevdîtina dawî ya li Îmraliyê de bi dest nivîsandibû derket holê. Di nîşeyê de digot “Bêguman ji bo di pratîkê de çek bên berdan û PKK xwe fesih bike; divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”  Nîşeya ku endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di dema hevdîtina 27’ê Sibatê de ya li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dest nivîsandibû, derket holê. Di banga “Aştî û Civaka Demokratîk” hevokek hebû ku yekser di bangê de cih negirtibû û di hevdîtinê de tenê bi devkî hatibû bilêvkirin. Gotina ku Abdullah Ocalan bi devkî kiribû û Onder jî bi dest nivîsandibû, wiha ye: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek bên berdan û PKK xwe fesih bike; divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama sersaxiyê ya ji bo Onder de gotibû ku Onder ev gotin bi xwe nivîsandibû.