Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir 2025-05-11 10:15:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Ûkraynayê ragihand ku ji bo agirbestê amade ye, Rûsyayê banga muzakereyên bêyî pêşemerc li Ûkraynayê kir.  Ûkraynayê duh ragihand ku ew ji bo agirbesta bi Rûsyayê re ku dê 30 roja bidome, amade ye. Piştî vê daxuyaniyê, lîderên dewletên Ewropayê jî bang li Moskovê kirin ku agirbestê ragihîne. Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bersiv da û ji bo “aştiyeke mayinde” banga muzakereyên bêyî pêşemerc li Ûkraynayê kir.    Li gorî nûçeya BBC'yê; Putîn di daxuyaniyê de got ku Rûsya ji bo aştiyeke mayinde ji “muzakereyên cidî” re amade ye. Putîn, got ku wan pêşniyar kirine ku bêyî pêşemercan hevdîtinan bidin destpêkirin û got: “Tevî her tişekî, em dîsa teklîfa muzakereyên nû li Kîevê dikin.”   Putîn, pêşniyar kir ku hevdîtin li Stenbolê bên lidarxistin û got ku ji bo li ser hûrgiliyên biaxivin ew ê di roja yekşemê de li ser telefonê bi Erdogan re biaxive. Lê Kîevê heta niha jî tu bersiv nedaye vê pêşniyarê.    Hevdîtinên dawî yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di sala 2022’yan de hatibûn lidarxistin.