Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin 2025-05-12 16:01:27   NAVENDA NÛÇEYAN - YE’yê têkildarî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî daxuyaniyeke fermî da û got: “Gavekî erênî ye. Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin.”    Yekitiya Ewropayê (YE) û Almanyayê têkildarî biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê daxuyanî dan. lmanya’dan geldi. Berdevkê Têkiliyên Karên Derve ya YE’yê Anouar El Anouni daxuyaniyeke fermî da û got ku biryara PKK’ê firsendeke dîrokî ye.    El Anouni, destnîşan kir ku YE piştgiriyê dide pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer ku çareseirya siyasî ya pirsgirêka Kurd hedef dike û got: “Yekitiye Ewropayê, destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer ku çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hedef dike, ji bo çareseriyeke aştiyane û domdar weke gaveke erênî dibîne.” Bi domdarî El Anouni, destnîşan kir ku divê hemû aliyên li Tirkiyeyê hewceye vê firsenda dîrokî baş binirxînin û got: “Bi rêya diyalogê dikare aştiyeke mayinde pêkan e.”   ALMANYA   Berdevka Polîtîkayên Hundir a Partiya Kesk a Almanyayê Lamya Kaddor jî anî ziman ku bidawîkirina pevçûnan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, hêviya tevahiya herêmê zêde kiriye. Lamya Kaddor, diyar kir ku bidawîbûna şerê ku 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, ji bo Kurd li Tirkiyeyê bêhtir mafan bi dest bixin firsendekî pêşkeş dike.