Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe 2025-05-13 11:32:30 AMED - Welatiyên Amedê têkildarî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî ku weke “destpêkeke nû” dinirxîne de axivîn û gotin: “PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir. Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye. Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd tu tiştek nabe.”  Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê ji ewil agirbest ragihand û piştre jî bi kongreya xwe fesixkirina xwe û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ragihand. Xelkê Amedê têkildarî biryarê axivîn û gotin ku divê Abdullah Ocalan teqez ji hêla fîzîkî ve azad bibe.      Welatiyan, têkoşîna aştiyê ya Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder jî bi bîr anîn û gotin ku divê xeyala wî ya aştiyê bê cîbicîkirin.    Xelkê Amedê got ku divê girtiyên siyasî bên berdan, sepana tayînkirina qeyûman bê bidawîkirin û dewlet di mijara zimanê dayikê de jî gavên pêwîst biavêje. Welatiyan got: “Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd tu tiştek nabe.”