Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê 2025-06-17 09:28:43 EDENE - Kemal Ozelmali ji ber nexweşiya Wernicke Korsakoffê, pirsgirêka jibîrkirinê dijiya û bi vê sedemê hatibû berdan. Ozelmali ku ji ber vê pirsgirêka xwe ji bîr kir îmzeyê biavêje, dîsa hatibû girtin. Tevî vê nexweşiyê jî înfaza Ozelmali tê şewitandin û bi hinceta lêgerîna nava dev red dike, nayê berdan.   Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali (61) ê li Girtîgeha Hejmara 2 ya Sîncanê tê ragirtin, cara ewil di 16 saliya xwe de di derbeya 1980’an de tê girtin. Rexmê ku zarok bû jî 7 salan li girtîgehê de dimîne. Ozelmali, di sala 1993’an de careke din tê girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê bi îdia “xerakirina yekpareyî ya dewletê” cezaya muebbetê didê. Ozelmali, di sala 1999’an de li hember tundî û çêkirina girtîgehên Tîpa F’ê li gel girtiyên din 323 rojan dikeve çalakiya rojiya mirinê û ji ber rojiya mirinê bi sendroma Wernicke-Korsakoff dikeve. Dema li Girtîgeha Kurkçulerê dimîne ji ber ku îdareya girtîgehê, wî sewqî nexweşxaneyê nake nexweşiya wî lê giran dibe û nexweşiya jibîrkirinê lê peyda dibe. Di sala 2001’an de Serokkomar Ahmet Necdet Sezer, biryara efûyê dide û nexweşên Wernicka Korsakoff jî dikevin ber efûyê û tehliye dibe. Ozelmali, bi biryara serokkomar ji ber xala 104’an “Betalkirin an sivikkirina ceza kesên bi nexweşiya daîmî, seqetiyê, komikbûnê” a destûra bingehîn ve tê tehliyekirin. Lêbelê ji ber nexweşiya jibîrkirinê, di sala 2003’yan ji bîr dike ku îmze biavêje û bi hinceta “îhlalkirina şertên tehliyeyê” dîsa tê girtin.    CARA DUYEMÎN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Ozelmali, di 27’ê Îlona 2018’an li hemberî neheqiyên di girtîgehan de cara duyemîn dikeve greva birçîbûnê û di roja 55’mîn a grevê dadikeve 45 kîloyan. Roja 72’mîn a greva birçîbûnê de di 7’ê Kanûnê de rewşa tenduristiya wî xera dibe û radikin Nexweşxaneya Bajêr a Edenê. Ozelmali, 10 rojan tê tedawîkirin, piştî tedawiyê wî dibin girtîgehê. Li girtîgehê ji ber ku poşmaniyê û çûyîna nava kawişên bêalî qebûl nake înfaza wî tê astengkirin. Bi astengikirina înfazê ve ger Ozelmali bijî, dê hemû cezaya înfazê razê û di sala 2031’an de tehliye bibe. Ozelmali, ji ber birînê lingê wî yê çepê seqet bû, mil, stûyê wî ditevize, ji ber hincirîna mêjûyê wî nikare li ser piya bisekine. Ozelmali, bi nexweşiyên wek êşa rovî, gurcik, prostat, tam negirtinê, kêmdîtin û kêmrazanê, tevizandine mil û çongan û hwd. têdikoşe. Her wiha Ozelmali, pêdiviyên xwe yên rojane bi alîkariya hevalên xwe yên kawişê bicih tîne.    SEWQ JI BO TEDAWIYÊ YE LÊ TEDAWÎ TÊ ASTENGKIRIN     Ozelmali, dema ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê dima, ji ber neqebûlkirina lêgerîna nava dev, tehliyeya wî tê astengkirin û bo Girtîgeha Sinca hejmara 2 tê sewqkirin. Cihê ku ji bo tedawiyê hatibû sewqkirin, ji ber lêgerîna nava dev qebûl nake, tedawiya wî tê astenkirin.    Birayê Ozelmali, Alattîn Ozelmalî diyar kir ku birayê wî ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Sinca hejmara 2 bûye lêbelê ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekiriye, tedawiya wî hatiye astengkirin. Birayê Ozelmali, destnîşan kir ku ji meha Gulanê heta niha biryara sewqê hatiye dayîn lê ji ber ferzkirinan, tedawiya wî tê astengkirin û birayê Ozelmali diyar kir ku îdareya girtîgehê jê dipirse "tu ji rêxistine yî?" Ozelmali, rave kir ku rewşa tenduristiya birayê wî pir xirab e û got: “Hindik maye çavên wî bêne girtin. Hişê wî diçe û tê. Di cejnê de em ji pakêta 10’mîn a darazê bi hêvî bûn. Rexmê nebûna hêviyê lê em dîsa jî bi hêvi bûn. Me got ‘dê cejnê dê were’. Em di cejnê de hêvî şiketsî bûn. Piştî cejnê ev lêgerîna nava dev endîşeyên me zêdetir kir.   ‘EM BO JIYANA WÎ BI FIKAR IN'     Ozelmali, got: “Em ji bo jiyana Kemal bi fikar in. Li vir heman bêhiqûqî dîsa dest pê kir. Em wek malbat, piştî vê bûyerê ji bo jiyana Kemal ketin metirsiyê de. Wî dibin cihekî ku lê li nava dev nagerin û du caran dibin nexweşxaneyê. Cara sêyemîn jê re dibêjin devê xwe veke. Ev bêhiqûqî ye. Bila hemû girtiyên nexweş û birayê min bên berdan. Divê tedawiya van kesan li derve bêkirin. Ez vê yekê tenê ji bo birayê xwe naxwazim. Bila dawî li vê bêhiqûqiyê bê. Ev li dijî ruhê pêvajoyê ye.”   MA / Hamdullah Yagiz Kesen