Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû 2025-06-19 10:03:12 ENQERE - Mûstafa Dogan ku kurê wî Guney Dogan di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de jiyana xwe ji dest dabû, got: “Xeyalên wan aştî bû. Xwezî aştî bihata û şer bi dawî bûbûya.”   DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’ê de li Gara Enqereyê “Mitînga Aştiyê” hedef girt û di êrişa bombeyî de 103 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo Komkujiya Garê her mehê di roja 10’emîn de li Gara Enqereyê bîranîn tê lidarxistin. Mûstafa Dogan ku kurê wî Guney Dogan di komkujiyê de hatibû qetilkirin, ji bo zindîhiştina xeyala aştiyê ya kurê xwe tev li bîranînê dibe.    Mûstafa Dogan, diyar kir ku pêkanîna “xeyala aştiyê” ya kurê xwe, têkoşîna wî ya herî mezin e. Dogan, got: “Xeyala wan aştî bû. Xwezî aştî bihata û şer bi dawî bûbûya. Şer, mirin e, wêranî ye. Lê aştî dide jiyîn. Lewma dibêjim heta dawiyê aştî.”    Dogan, pêvajoya di serdema komkujiyê de bi bîr xist û got ku gelek derdoran ji bo sekinandin şer û ji bo aştiyê di nava hewldanekê de bû. Dogan, anî ziman ku kesên tev li “Mitînga Aştiyê” bûn daxwaza aştiyê dikirin, daxwaza edaletê, hiqûqê dikirin. Dogan, da zanîn ku xeyalên pir mezin ên kurê wî Guney hebûn û ev tişt anî ziman: “Hêvî û xeyalên wî mezin bûn. Tu caran tenê jiyana xwe ya şexsî nefikirî. Ji bo jiyaneke baş a mirovan dijiya û digot ‘dema min dibstan qedand dê bixebitim û pereyê xwe bidin zarokên kedkarên xizan.’ Anku ji bo aştî û jiyaneke baş a gelê vî welatî dijiya. Fikra wî wiha bû. Bi taybet jî herî zêde aştî diqîriya. Ez ê şûna wî bigirim, dê aştî teqez were vî welatî.”    'EZ Ê HETA DAWIYÊ AŞTIYÊ BIQÎRIM’    Dogan, da zanîn ku wî mîrateya Guney dewr girtiye û axaftina xwe wiha qedand: “Di pêvajoya piştî komkujiyê de min ev qada komujiyê neterikand. Heta noqteya dawî ez ê têbikoşim, ez bizanim bi tenê jî mame ez ê têbikoş im û aştiyê biqîrim. Xwezî aştî bihata û ciwan nemiribûna, mirov azad bijiyan û tu girtî nemabûna. Ji bo zindîhiştina hêvî û xeyala Guney û hevalên wî, di 10’ê her mehê de ez têm vê derê. Ez bi aştiyê re me. Ez ji Stenboê têm vê derê, piştî bîranînê vedigerim Stenbolê û wê bîranînê vediguhêzim goran Guney. Jê re dibêjim ‘Ez çûm cihê tu lê ketî û niha li cem te me. Ez di hizûra te de me.’ Ez ê dev ji têkoşîna wî bernedim û heta dawiyê bidomînim. Heta ku aştiyeke rast tê vî welatî û heta Guneyê min şad dibe ez her li vir bim.”    MA / Melîk Varol