Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye 2025-06-25 09:17:33 STENBOL - Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen bal kişand ser pêvajoyê û got: “Ev pêvajo firsendekî mezin e. Lê li pêşiya wê astengiya herî mezin, rejîma zextker a li Tirkiyeyê ye.”    Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, PKK’ê di 12’ê Gulanê de biryara xwefesixkirinê û danîna çekan da. Van geşedanan, hêviya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk zêde kir, gelek alî bi konferans û panelan ve piştgirî didin pêvajoyê. Di 2’yê Hezîranê de li Stenbolê ji aliyê Hewldana bo Aştiya Civakî konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” li dar xist, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend beşdarî konferansê bûn.   Dadgerê berê yê Dadegeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen beşdarî konferansê bû û ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) pêvajo nirxand. Turmen diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan, biryara xwefesixkirina PKK’ê firsendên girîng afirand ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Turmen, got: "Piştî gav avêtina her du aliyan, êdî nêrîna çarçoveya ewlekariyê bo pirsgirêka Kurd nema. Ev xaleke girîng e. Ji dêleva nêrîna di paca ewlekariyê de divê di paca çareseriyê de bê nêrîn, ev despêka vî karî ye. Piştî vê qonaxê çekdanîn gavek e. Divê ev derî heta dawiyê bê vekirin û sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandiye ji holê bê rakirin, tevgereke din bê destpêkirin û ev tevger jî divê civakî be. Herwiha divê ev tevger ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin.”   ‘DIVÊ KOMÎSYONA MECLISÊ NE DI BIN NÎRÊ DESTHILATÊ DE BE’   Turmen, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke di navbera dewlet û Kurdan de ye û wiha pê de çû: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hemû Kurdan e. Ji bo vê yekê, divê pirsgirêka Kurd, bi civakê ve di çarçoveyek demokratîk de bê çareserkirin. Mînak dema tê gotin, bila desthilata rêveberiyên herêmî bê zêdekirin ev yek ne tenê ji bo rêveberiyên Kurdan e. Li seranserê Tirkiyeyê rêveberiya navendî heye. Ji bo her deverê Tirkiyeyê, divê rêveberiyek hebe da ku pêşiya rêveberiyên herêmî vebike. Dema qala perwerdeya bi zimanê dayikê tê kirin ev yek ne tenê ji bo Kurmancan e divê Zaza, Çerkes û din jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê serbest be. Ji ber vê yekê, ev pêvajo firsendek girîng e. Lêbelê astengiya li pêşiya vê rejîma tebeser a Tirkiyeyê ye. Em dixwazin ev pêvajoya aştiyê demokratîk be û pirsgirêka Kurd jî wiha çareser bibe. Ji bo vê hewcedarî bi tevgereke gel û civakê heye. Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin girîng e. Divê ev komîsyon ne di bin nîrê desthilatê de be. Divê partiyên li Meclisê din av de bên temsîlkirin û komisyoneke piralî be. Li grî çarçoveyên pirsgirêka Kurd û ya demokrasiyê bê çareserkirin. Banga Ocalan a 7 xal jî wiha bû.”   ‘PÊDIVÎ BI CIVAKEKE SIVÎL HEYE’   Turmen, diyar kir ji ber tundiya desthilatê li ser mixalefetê di nava civakê de baweriya bi pêvajoya aştiyê kêm bûyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Desthilat di aliyekî de dibêje ez ê Tirkiyeyek bê tundî ava bikim ji aliyê din de jî tundiyê bikar tîne. Ji ber vê mirov ji pêvajoya aştiyê bawer nakin û li dijî çewsandinê ne. Em çawa dikarin bi desthilatê gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ bidin berdan û pêvajoyê bi awayeke civakî ber bi bidestxistina mafên demokratîk rêvebibin? Şertê ewil ê çareserkirina pirsgirêka Kurd, nêzikatiyek pirsgirêka hemwelatiya wekhev e. Divê yekser dev ji nêrîn û çarçoveyên netewperest û yên ewlekerî bên berdan. Ji bo vê pêdiviya me bi saziyên civakî hene û avakirina komisyona li Meclisê pir girîng e. Ger ev pêvajo ji aliyê civakê de belav nebe û civak beşdar nebe bisernakeve.”   MA / Melîk Çelîk