Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn 2025-07-18 15:28:04   ENQERE – Têkildarî girtiyê nexweş Siddik Guler biryara tehliyeyê hat dayîn.   Der heqê girtiyê bi nexweşiya giran Siddik Guler ê 85 salî û li Girtîgeha Tîpa T Îskenderûnê dihat ragirtin, biryara tehliyeyê hat dayîn. Parêzerên Guler, ji bo sewqkirina ATK’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderunê dabûn.   Guler, di 20’ê Hezîranê de sewqi ATK’yê bûbû. 11’emîn Lijneya Îhstîsasê ya ATK’ê, rapora xwe di 27’ê Hezîranê de amade kir. Lijneyê di biryara xwe de, bal kişand ser temenê Guler û raporên wî yên nexweşxanê û rapor li gorî “Bi tena serê xwe nikare pêdivên xwe dabîn bike” amade kir.   Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, nivîseke têkildarî rewşa Guler pirsa “Ji bo civakê xeter e” kir. Piştî bersiva emniyetê dê biryar bê dayîn. Emniyetê, vê sibê bersiva nivîsa dozger da û ji bo Guler da zanîn ku “Ji bo civakê ne xeter e”.   Dozger, têkildarî Guler biryara tehliyeyê da. Di nava rojê de tehliyeya Guler tê payîn.   DER HEQÊ SIDDIK GULER DE    Guler, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û ji sala 1994’an heta nia girtî ye. Guler ê ku bi îdiayên siyasî ve hatiye cezakirin, nexweşê hîpertansiyon, hestî, dil, romatîzma û Alzhemeriyê ye. Herwiha ji ber kaltiya xwe nexweşiyên weke jibîrkirin, nebihîstin û axaftina bi zorê lê peyda bûne. Guler, di erebeya astengdaran de li ber halê xwe dide.