Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir 2025-08-02 10:12:20 AMED – Li Amedê Pêşandanên Fîlman ên li Derve li parkan dest pê kir.      Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi “Pêşandanên Fîlman ên li Derve”, kêfa sînemayê bir park û taxan. Pêşandana fîlmê “Yek ji Rojên Mirina Hemme” li Park Ormanê, ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.   Sînebîr a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, bi şaredariyên navçeyên Kayapinar, Rezan, Sûr û Yenîşehirê re, kêfa sînemayê bir parkan. Pêşandanên Fîlman ên li Derve yên ku dê di meha Tebaxê de bên lidarxistin, armanc dike ku temaşevanên her temenî li parkan bîne ba hev. Hemû fîlmên ku dê li parkan bên pêşandan wê belaş bin.   Di çarçoveya çalakiyê de fîlma “Yek ji Rojên Mirina Hemme” li Park Ormanê hat pêşandan. Pêşandana fîlma li parkê, ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.   Welatiyan destnîşan kir ku wan fîlma “Yek ji Rojên Mirina Hemme” ya ku derhêneriya wê Murat Firatoglu kiriye û behsa çîroka Eyup dike, ku dema li Îzmîrê kar nedît vedigere bajarê xwe Sêwregê, bikeve nav karê hişkkirina fringiyan bi hezkirin temaşe kirine.   ‘DIVÊ ÇALAKIYÊN WIHA BIDOMIN'   Derya Kurtulan a ku li fîlm temaşe kir, bal kişand ser germahiyê û got: "Ji ber havînê hewa pir germ bûye, di nava rojê de çalakiyên me zêde tune ne, çalakiyên wiha baş in. Em di hewaya honik de demên xwe derbas dikin. Bi saya vê çalakiyê, em kêfa sînemaya li derve derdixin. Spas ji kesên ku bername amade kirine re dikin.”   Welatiya bi navê Cemîle Çelîk jî diyar kir ku ew tevî malbata xwe beşdarî bernameyê bûne û got: “Em ji çalakiyên wiha kêfxweş dibin. Temaşekirina tiştên bi zimanê xwe kêfa me tîne. Em daxwaza berdewamiya çalakiyên wiha dikin.”   Welatî Mehmet Emîn Tekîn jî derbarê çalakiyê de wiha got: “Ji ber germahiyê em bi hevalên xwe re derketin derve û me ev çalakî dît. Me di çalakiyeke ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin de li fîlmek temaşe kir. Çalakiyeke cuda bû. Me demeke xweş derbas kir.”   BERNAME   Pêşandanên Fîlman ên li Derve, yên ku li Park Ormanê dest pê kirin, dê li van cihan berdewam bikin:   Li Peyasê:    • 6’ê Tebaxê li Parka Aştiyê fîlmê Gergerok •13’ê Tebaxê li Kompleksa Werzîşê ya 500 Ewlerê fîlmê Neşeli Çiftlik •20’ê Tebaxê li Taxa Peyasê fîlmê Şîrînler   Li Sûrê:   • 5’ê Tebaxê li Taxa Alîpaşa fîlmê Neşeli Çiftlik • 12’ê Tebaxê li Taxa Tilelekê fîlmê Gergerok • 19’ê Tebaxê li Taxa Zorova fîlmê Komşum Totoro • 26’ê Tebaxê li Taxa Îskenderpaşa fîlmê Cîran   Li Yenîşehirê:   • 7’ê Tebaxê li Parka Mahmut Zengîn a TOKÎ ya Uçkuyuyê fîlmê Benim Adım Mutlu • 14’ê Tebaxê li Parka Koru ya Seyrantepê fîlmê Cîran • 21’ê Tebaxê li Parka Şaredariya Yenîşehîrê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî) • 28’ê Tebaxê li Kolana Çelîkevlerê fîlmê Şirînler   Li Rezanê:   • 9’ê Tebaxê li Parka Körhatê fîlmê Komşum Totoro • 16’ê Tebaxê li Parka Gulê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî) • 23’yê Tebaxê li Parka Koşuyoluyê fîlmê Benim Adım Mutlu • 30’ê Tebaxê li Parka Rihanê fîlmê Yek ji Rojên Mirina Hemme