Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye 2025-08-02 10:38:34   STENBOL – Nûnera Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazê ya Ceza de Heval Zelal Avci diyar kir ku 'mafê hêviyê' bi peymanên navneteweyî hatiye mîsogerkirin û wiha got: "Mafê hêviyê ne tenê nîqaşeke hiqûqî ye, pêwîstiyeke mirovahî ye."   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2024’an de biryar da ku girtîgeheke bêyî mafê serbestiya bi şert bê girtin, binpêkirin, îşkence û pêkanînên derveyî mirovahiyê yan jî xirabkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tê qebûlkirin û mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê têkildarî 'mafê hêviyê' ti amadekarî nekiriye, di hevdîtina meha Îlonê de tê payîn ku mijar bikeve rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.   Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Lêkolîna Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazê ya Ceza de (CÎSST) li gel baroyên Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg û Riha derbarê 'mafê hêviyê' agahî dan komîteyê.   Di teblîxatê de bal hat kişandin ku heman biryara binpêkirinê ji bo girtiyên bi navê Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan jî hatiye dayîn û hat xwestin ku ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên pêwîst bên avêtin.   'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BI CIH WERE ANÎN'     Nûnera Herêma Tematîkê ya Girtîgeha Giran a CÎSST’ê Heval Zelal Avci diyar kir ku 'mafê hêviyê' 'şertê rûmeta mirovahiyê ye. Heval Zelal Avci da zanîn ku ev maf di peymanên navneteweyî de weke mafekî însanî hatiye mîsogerkirin û wiha axivî: "Ev maf bi taybetî ji bo kesên bi cezayê giran ê muebbetê hatine cezakirin xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku li gorî xala 17’emîn a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya Tirkiyeyê (TMK), girtiyên cezayê giran li wan hatiye birîn, nikarin ji berdana bi şert sûdê werbigirin. Ev tê wê wateyê ku tê payîn mirov heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya yekemîn a li ser hêviya berdanê yan jî mafê hêviyê yê li dijî Brîtanyayê da. Ev biryara dîrokî di doza 2013'an a Vinter û Yên din de hat dayîn.”   Heval Zelal Avci di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Li gorî qanûna dozê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, rejîmên înfazê ku derfetên azadiyê nahêlin, qedexeya tedawiya li derveyî mirovahiyê binpê dikin. Ji ber vê yekê, ji bo cezayê hatiye birîn bi rengekî hurmetê nîşanî rûmeta mirovahiyê bide, divê serî li 'mafê hêviyê' bê dayîn. Li gorî DMME'yê, ji bo kesekî ku cezayê muebetê lê hatiye birîn bi temamî ji holê were rakirin, li dijî mafên mirovan e. Ji bo vê jî ' mafê hêviyê ' ne tenê nîqaşeke hiqûqî ye, di heman demê de şertê hurmeta li rûmeta mirovahiyê û armanca cezakirinê ye."   BINPÊKIRINÊN BI RÊZIKNAMEYÊ DERKETIN HOLÊ   Heval Zelal Avci anî ziman ku bi qanûna ku cezayê muebetê yê giran lê tê birîn re jî qedexeyên giran li ser mafên bingehîn ên girtiyan tên ferzkirin û wiha got: "Bi vê rêziknameya hiqûqî re, li gorî şert û mercên awarte yên li nava girtîgehê, ji bo girtiyan cureyekî duyemîn ê girtîgehê hatiye afirandin. Qedexeyên ku qanûna darvekirinê bi kar tîne, di heman demê de ji bo qanûn û rêzikên din ên ku mafên wekî telefonê û qebûlkirina ziyaretvanan bi rê ve dibin jî derbasdar in. Mafdariya van rêziknameyan di qanûnê de cih nade. Mafên bingehîn ên gelekî sînorkirî yên ji girtiyan re tên dayîn hîn bêhtir tên bisînorkirin û tecrîdeke bêkêmasî ya civakî û hestewarî tê pênasekirin. Gelek girtiyên ku cezayê muebbetê yê girankirî yê ku serî li CÎSST’ê dane jî giliyên xwe yên têkildarî tecrîdê tînin ziman."   'DIVÊ NÊZÎKATIYA CIHÊKAR BÊ TERIKANDIN'    Heval Zelal Avci bibîr xist ku 10’emîn Pakêta Dadgeriyê ya di dema dawî de li Meclisê hat qebûlkirin, hem der heqê girtiyên nexweş de hem jî der heqê kesên cezayê muebbetê yê giran ê girankirî tê dayîn de, ti rêziknameyê nagire nava xwe. Heval Zelal Avci ev rewş weke 'helwesteke cihêkar' pênase kir û wiha got: "Ev nêzîkatî hem li dijî prensîba wekheviyê ye, hem jî prensîba ku ceza were birîn bi rengekî ku hûrmetê nîşanî rûmeta mirovahiyê bide ye. Divê pergala darazê ya ceza ne tenê ceza, di heman demê de ji bo kesan jî mafên bingehîn bibîne. Ji ber vê yekê, di hiqûqa îdamê de dest ji nêzîkatiyên cihêkar berde û ceza li nava sînorên hurmetê nîşanî rûmeta mirovahiyê didin bicih were anîn, gelekî girîng e. Divê biryarên der barê girtiyên nexweş de ne li gorî cureya ceza, li gorî rewşa wan a tenduristiyê û mafên mirovan ên bingehîn bên dayîn."   MA / Yeşîm Tukel