Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e 2025-08-03 09:00:18 STENBOL - Endamê TOHAV'ê Alî Kahraman diyar kir ku divê Tirkiye li gorî peymanan 'mafê hêviyê' nas bike û bal kişand ku ji bo li meclisê rêziknameyên pêwîst bên çêkirin berpirsiyariya her kesî heye. Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), girtiyekî bêyî mafê berdana bi şert tê ragirtin, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Tevî biryarên di vî warî de ji aliyê DMME ve hatin dayîn jî, Tirkiyeyê der barê girtiyên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn de ti amadekarî nekiriye. Berevajî vê yekê ji 'mafê hêviyê' yê van girtiyan bêpar dihêle.   Yek ji wan girtiyan e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke binpêkirinê daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15'ê Sibata 1999'an bi rêya komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. DMME'yê di 18'ê Adara 2014'an de bêyî ku mafê serbestiya bi şert û merc bistîne cezayê muebetê yê giran li Ocalan birî. DMME'yê ji Tirkiyeyê xwest ku di vî warî de amadekariyan bike. Ji bo girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryareke bi heman rengî hate dayîn.   Lê heta niha Tirkiyeyê ji bo mafê hêviyê tu sererastkirinên qanûnî nekiriye û girtiyan vî mafî bêpar dihêle. Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di meha îlonê de careke din mafê hêviyê bîne rojevê. Heta niha saziyên hiqûqê û baroyên Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg û Rihayê beriya civînê rewşa heyî ji Konseya Ewropayê re ragihandin. Hat xwestin ku bila DMME'yê biryarên ku dayê pêk bîne.    4 HEZAR GIRTÎ DI HEMAN REWŞÊ DE NE    Endamê TOHAV'ê û parêzer Alî Kahraman teblîxat û têkildarî "mafê hêviyê" axivî. Kahraman bibîr xist, ku piştî girtîbûna Abdullah Ocalan cezayê îdamê hatiye rakirin û li şûna vê yekê rêziknameya ji bo cezayên muebbetê yên girankirî hatiye pêşkêşkirin û niha 4 hezar kes bêyî derfetên berdanê li girtîgehan tên ragirtin.   Kahraman wiha axivî: "Niha muzakere dewam dikin û birêz Ocalan weke sermuzakerevan tê qebûlkirin. Ne tenê Kurd li aliyê din jî dewlet wî bi vî rengî dibîne û qebûl dike. Nebaşbûna rewşa Birêz Ocalan, girtîbûna wî ya domdar û nebûna ti rêziknameyên derbarê wî de di bin 'mafê hêviyê' de çarenûsa pêvajoyê nediyar kir. Beşeke mezin a gel jî li vê rewşê dipirse û li benda pêşketinekê ye."   'PIRSGIRÊKA HEMÛ CIVAKÊ YE'   Kahraman diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêyî ku hêviyeke ji bo berdanê weke 'îşkenceyê' dibîne ku mirovekî li girtîgehê bigire û wiha got: "Eger ji helwesteke siyasî cezayê girtina heta bi hetayê lê bê birîn, darvekirina vê cezayê ne tenê weke girtîgehê, bi rengê tecrîdê heta mirinê tê kirin. Ji ber vê yekê, ev ceza bi taybetî der heqê girtiyên siyasî de, ragirtina heta bi hetayê û ragirtina di nava şert û mercên tecrîdê de ye. Ev yek ne tenê bi rûmeta mirovahiyê re ne li hev e, di heman demê de îşkenceyê di nava sîstema ceza de jî dike wek sazî. Girtina heta hetayê ne tenê ji bo girtiyan pirsgirêk e; Ji ber ku îşkenceyek di nav de heye, divê weke pirsgirêkek ji bo tevahiya civakê bê destgirtin, ji baro û rêxistinên hiqûqî dest pê bike."   'LI DIJÎ PEYMANÊ YE'   Kahraman diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bigihije rêxistina xwe, komên civakî û rewşenbîran û ev astengî ji bo civakîbûna aştiyê rîskeke cidî ye. Kahraman destnîşan kir ku hikûmet bi naskirina 'mafê hêviyê' re dikare samîmiyeta xwe ya di pêvajoyê de nîşan bide û wiha axivî: "Naskirina mafê hêviyê ne tenê mijareke têkildarî pêvajoyê ye. Di rastiyê de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, ji aliyê hiqûqî ve peymaneke pêwendiyê ye. Wekî din, li gorî xala 90/5'an a Destûra Bingehîn, tê gotin ku eger xalên peymanê bi rêziknameyên li ser maf û azadiyên bingehîn re têkildar be, divê xalên peymanê pêşî lê bigirin. Lê belê Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve bi israr serî li vê rêziknameyê dide, ku ev rêzikname li dijî xala 3'emîn a peymanê ye."   Kahraman da zanîn ku ger gel ji bo mafê hêviyê têbikoşe dikare gav bi meclisê bide avêtin û ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e.   MA / Yeşîm Tukel