Li Reqayê kampanyaya ‘Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe’ 2025-08-10 16:34:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, bi dirûşma “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” kampanya da destpêkirin.    Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” li dijî tundiya li ser jinên Sûriyeyî, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser tevahî jinan û berxwedana li dijî kirinên li dijî mafê jinan, kampanyaya da destpêkirin.   Kampanya, bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî bi beşdarbûna hejmarek çalakvanên jin, endamên rêxistinên jinan û saziyên bajar ve ji aliyê endama Buroya Perwedeyê ya Meclisa Jinan a Kombûna Zenûbiya Buşra El Elî ve hate xwendin.  Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwiste jin werin pêşxistin û pişgiriya wan were kirin, da karibin li dijî hemû cûreyên binpêkirinan parastina xwe misoger bikin.   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’      Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinên rêxistinkirî û bi hêz dikare bandoreke erênî di malbat û civakê de çêbike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin di xwezaya xwe de bi rola pêşengtiyê radibe û hate diyarkirin ew ê ji bo belavkirina zanista hiqûqî di nava jinan de têkoşîna xwe mezinkir bikin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku tev li kampanyaya wan a dê mehekê bidome bibin û û rola xwe di pêkanîna guhertinên demokratîk ên rastîn de, pêk bînin.    Kampanya dê mehekê bidome û di vê mehê de dê li bajarê Reqa û bajarokên girêdayî wê bi armanca gihandina hejmara herî zêde ya jinan, çalakiyên cuda bên lidarxistin.