Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin 2025-08-11 16:28:31   QERS - Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin. Dîmenên kêliya tundiyê bi dronan hatin kişandin.    Li stargeha heywanan a Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin. Di dîmenên hatin weşandin de xebatkarên stargehê tundiyê li gelek kûçikan dikin. Kêliyên tundiyê bi dronan hatin kişandin û li ser medyaya dijîtal hatin weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku xebatkar bi meran li kûçikan dixin, li erdê kaş dikin û van dîmenan rê li ber bertekên mezin vekir.    Piştî bertekan, Şaredarê Qersê Otuken Senger, got: “Ev bûyer ne tenê meseleyeke îdarî ye; mijareke wijdanî, însanî û exlaqî ye. Weke şaredarî em bi tu awayî van kiriyaran qebûl nakin. Der heqê xebatkarên behsa xeberê de yekser dê lêpirsîn were destpêkirin û ji bo di demeke kin de biencam bibe dê gav bên avêtin. Di encama lêpirsînê de ji hêla hiqûq û rêziknameya disiplîna xebatkaran ve em ê cezayên herî giran bidin.”