Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin 2025-08-17 07:49:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewatên li Spanyayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û qadeke biqasî 157 hezar hektar jî şewitî.    Li Spanyayê duh li 14 cihên cuda şewat derket û ji ber bayê, şewat berfireh bûn. Di şewatê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û qadeke bi qasî 157 hezar hektar jî şewitî. Midûra Giştî ya Xizmetên Rewşên Lezgîn Virgina Barcones têkildarî şewatên ku qadeke biqasî hezar û 500 kîlometrekareyê kir xwelî de wiha got: “Rewşa li rojavayê welat cihê metirsiyê ye. Pêla hewayê germ û rewşa bayên başûr rewşa heyî hêj zehmettir dikin.”     JI SEROKWEZÎRÊ SPANYAYÊ HIŞYARÎ   Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Xetereya ku şewatên nû derkevin pir zêde ye û dê rojeke zehmet be.” Serwîsa Meteorolojiyê ya Spanyayê AEMET’ê jî got ku dibe pileya germahiyê heta pileya 40’ê derkeve û xelkê li bakur û rojavayê welat li dijî şewatan hişyar kir. Rayedarên rewşên lezgîn, dan zanîn ku ji 1’ê Hezîranê heta 15’ê Tebaxê ji ber şewatan 27 kes hatine girtin û der heqê 86 kesan de jî lêpirsîn dane destpêkirin.