Li Mûsilê goreke komî hate dîtin 2025-08-17 11:49:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Goristana Xesfeyê ya Mûsilê goreke komî ku tê payin cenazeyên Êzidiyên ji hêla DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin tê de ne, hate vekirin.    Medyaya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Mûsilê goreke komî hate vekirin. Çavkaniyan ragihand ku di danê sibehê de tîmên taybet li Goristana Xesfe ya Mûsilê gorek komî vekirine û tê gotin cenazeyê gelek kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin tê de ne. Li gorî heman çavkaniyê, gora komî ya hatiye vekirin, yek ji gorên herî mezin a komî ye.    Tê texmînkirin ku tevahiya cenazeyên di gorê de yên welatiyên Êzidî ne ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin. Piştî ku cenaze hatin derxistin dê ji bo tespîtkirina nasnameyan bişînin tiba edlî ya Bexdayê.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de beşeke mezin a xaka Iraqê dagir kiribû û bi taybet jî berê xwe da bû Şengalê. Çeteyan bi hezaran kes revandibûn û bi sedan kes jî qeti lkiribûn. Hîn jî bi dehan gorên komî yên Êzidiyan hene û nehatine vekirin.