Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir 2025-08-18 15:09:43 MÛŞ - Şaredariya Mûşê, bi mebesta zêdekirina qada hêşinahiya bajêr û ji bo welatiyan qada civakî ava bike, dest bi “Projeya Çemê Çayê” kir.    Şaredariya Mûşê, ji bo zêdekirina qadên hêşîn ên bajêr û qada civakî ya welatiyan, dest bi “Projeya Parkên Çemê Çarê û Avakirina Peravên Hêşîn” kir. Dê proje bi dirêjahiya Çemê Çarê li ser 132 hezar û 100 metrekareyî bê bikeve meriyetê. Proje, bi beşdariya rêveberiya şaredariyê dest pê kir.    Şaredarî, bi çêkirina Projeya Çemê Çarê re avakirina qadeke ewle û civakî ji bo welatiyan armanc dike. Di nava projeyê de dê qadên werzîşê, qadên lîstikê, cihên meşê û qadên bêhnvedanê cih bigirin.