Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê 2025-08-28 16:05:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Salih Muslim, diyar kir ku tevî êrişên Tirkiyeyê jî Rojava tecrûbeyeke demokrasiyê ya bêhempa dijî û got modela Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê.    Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî, li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê tê lidarxistin. Bi dehan rayedar û kesayetên ji 21 welatên cîhanê tev li kongreyê bûn. Kongre, di roja duyemîn de didome.    Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di kongreyê de axivî. Salih Muslim, got: “Tevî evqas êriş û ambargoyên ku ji aliyê Tirkiye ve li ser herêmên me pêk hatin jî me li ber xwe da. Niha jî li rojavayê Kurdistanê ezmûneke me ya bêhempa heye. Em dixwazin di avakirina siberoja welatê me de şirîkê hevbeş bin.”   ‘ROJAVA DIKARE BIBE MODELA AŞTIYÊ YA ROJHILATA NAVÎN’     Di berdewamê de Salih Muslim diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke demokratîk a jiyana hevbeş a bêhempa hatiye avakirin û got: “Me kariye parastinê li vê projeya xwe bikin û ji bo vê çendê jî me sûd ji felsefeya birêz Ocalan wergirtiye. Ezmûna me li Rojhilata Navîn ezmûneke taybet e. Bi taybetî li cihek wek Sûriyeyê ku gelek kes ne li bendê bûn. Modela me ya li Rojava ku nenavendîbûnê diparêze, dikare bibe projeya aştiyê ya Rojhilata Navîn.”