Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin 2025-09-05 16:22:53   MÊRDÎN - Li Şemrexê bi girseyî serdana şîna endamê Komalên Ciwan Arjen Yavûz hat kirin.    Ji bo endamê Komalên Ciwan Arjen Yavûz (Çiya Rizgar) ku hat eşkerekirin ji ber nexweşîna pençeşêrê di 25'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest daye, li navçeya Şemrex a Mêrdînê şîn hat danîn. Bi pêeşngiya ciwanan bi girseyî serdana şînê hat kirin. Rêveberên MEDBYA-DER'ê û gelek siyasetmedar jî di nav de gelek kesan serdana şînê kir. Girseya ku li Parka Narîn Yaşamê kom bû, heya cihê şînê ya li Taxa Poyrazê hat danîn meşiya. Kesên tevlî meşê bûn, wêneyê Yavûz bi ber xwe vekirin. Di meşê de tim dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Her wiha pankarta li ser "Bi sond û peyman em şopdarê te ne" nivîsandî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Huseyîn Akdogan (Armanc Kerboran) û Arjen Yavûz li ser hat hilgirtin.    Di dema serdana şînê de li ber sirûda Çerxa Şoreşê rêz hat girtin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partî û DBP'ê diyar kirin ku ew ê xwedî li têkoşîna Arjen Yavûz derkevin. Her wiha Hevserokê MEBYA-DER'ê Salih Kûday sersaxî ji malbatê xwest.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altinê jî diyar kir ku Yavûz temenê xwe ji bo azadiya ciwanan feda kiriye û got ku ew ê xwedî li mîrateya ku wî hiştiye derkevin.    Dêya Yavûz Ayten Yavûzê jî got: "Wekî navê xwe jiya, bû çiya. Êşa min giran e, lê ez pê serbilind im. Ciwanekî pir xweşik bû. Divê ciwan wî mînak bigirin. Hêvîdar im wê aştiyeke birûmet were."