Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike 2025-09-09 09:15:13 ENQERE - Endamê Lijneya Bilind a RTUK'ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku divê RTUK û saziyên weşanê di vê pêvajoyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û got: "Divê RTUK weşana aştîxwaz û ramana aştîxwaz teşwîq bike. Pêdiviyeke me ya wisa heye."   Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Dr. Necdet Îpekyuz, berpirsiyariyên RTUK û weşangerên li Tirkiyeyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxand. Îpekyuz diyar kir ku ev pêvajo ji bo her kesî pêwîstiyeke bingehîn e û divê sazî ji bo berdewamî û serkeftina wê rola xwe bilîzin. Îpekyuz destnîşan kir ku pêvajoyên wiha, nemaze li welatên ku xwedî dîrokeke şerên dijwar, divê ne tenê temaşevan bin; divê her kes rola xwe bilîze.   'ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ'   Îpekyuz destnîşan kir ku pêşketinên çêdibin dikarin ji bo gelek welatan bibin îlham û got ku ji nîqaşa pêvajoyê bigire heya merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, divê sazî pêşketinan bişopînin û berpirsiyariyên xwe bi baldarî binirxînin. Îpekyuz destnîşan kir ku aliyê herî girîng zimanê çapemeniyê ye û got: "Aştî di rojekê de nayê. Divê em hemû vê yekê pir baş bizanibin. Ji ber vê yekê, zimanê me yê neyînî, her helwesteke neyînî, her tevger ne tenê pêvajoyê tevlihev dike, di heman demê de wê dirêj jî dike. Saziyên sereerastker yên wekî RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê) ji vê peywira regulasyonê berpirsiyar in. Ji ber vê yekê, divê çapemenî bixwe wekî katalîzatorekê tevbigere, an jî rasttir, vê pêvajoyê bilezîne. Li çaraliyê cîhanê gelek mînakên tirsnak hene. Radyoyek li Rwanda di demeke kurt de bû sedema mirina 100 hezar kesan ji ber ku wê Tutsiyan hedef girt. Ji ber vê yekê, daxuyaniyên erênî yên ku çapemeniyê di rojekê de dike ne tenê ji bo bextewariyê ne; ew di heman demê de berpirsiyariya exlaqî ya çapemeniyê, pisporên çapemeniyê û rojnamevanan e. Dema ku pevçûnek hebe, divê em lêkolîn bikin, li kok û sedemên wê bigerin û pêşerojê ava bikin."   'DIVÊ RTUK ÇI BIKE?'   Îpekyuz bal kişand ser potansiyela RTUK'ê ya di warê weşana berpirsiyar de û got: "Ji ber vê yekê, divê RTUK çi bike? Em hemû vê yekê niha dizanin û hûn jî pir baş dizanin û gelek kes rexne dikin û hin ji van rexneyan sedemên xwe hene. Têgihîştina raya giştî ya RTUK'ê îro ew e ku ew dezgeheke cezaker e. Li gelek deverên cîhanê pêdivî bi dezgehên sererastker heye. Lê belê, dezgehên sererastker divê bêtir bikin da ku ew nebin tenê çoyên desthilatê. Berî her tiştî, divê ew şefaf bin. Wekî din, divê daneyên wan eşkere bin û divê têkiliyên wan bi civaka sivîl, akademîsyen, rêxistinên demokratîk û rêxistinên pîşeyî re hebin. RTUK, divê bi beşdariya rojnamevanên ku di çapemeniyê de dixebitin, sendîkayên rojnamevaniyê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê, fakulteyên ragihandinê û her kesê ku di vî warî de dixebite, di nav de yên di sektora têkildarî çapemeniyê de, lêkolînên li ser 'Em çawa dikarin di aştiyê de rolekê bilîzin?' bike. Ji ber vê yekê, gelo dê atolyeyek an panelek were lidarxistin nayê zanîn; lê divê gelek pêvajo bi hev re bên nirxandin."    ‘PÊDIVÎ BI REFORMA CIVAKÎ HEYE'   Îpekyuz diyar kir ku dibe ku daîereyeke taybet ji bo aştiyê were avakirin û got ku pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê nijadperestî, cudakarî, nefret û weşanên ku dibin sedema van sûcan e. Îpekyuz bal kişand ser peymanên navneteweyî yên ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin wan e û sererastkirinên di Qanûna Ceza ya Tirk de û got: "Rojnamevan nikare nijadperest be an jî bi gotinên nefretê xerabî û berberîkirinê teşwîq bike. Rojnamevan divê ji bo aştiyê be." Îpekyuz derbarê tişta ku RTUK dikare di vî warî de got: "Divê beşek ahenga civakî ya ku balê dikişîne ser aştiyê were avakirin. Lê berî wê, RTUK hewceyê reformên civakî ye." Îpekyuz şert û mercên cîhanî yên guherbar û pêşketinên dawî bi bîr xist û destnîşan kir ku pêdivî ye ku xalên din li Qanûna Hejmar 6112 werin zêdekirin, ji bo têkoşîna li dijî cudakarî, berberîkirin, nijadperestî û nefretê. Îpekyuz got: "Wekî RTUK, em nikarin her tiştî bi tena serê xwe zelal bikin. Tişta ku li vir hewce ye ku were kirin ev e ku mirov li ser nêrînên akademîsyenên ku li ser vê mijarê dixebitin, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku li ser vê mijarê dixebitin, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, sendîkayên rojnamevanan û yên din ên ku li ser vê mijarê xebitîne bisekine."   Îpekyuz pêşniyaz kir ku eger di nav RTUK'ê de "beşa weşan û ahenga civakî" were avakirin, divê beşek ji bo sûcên nefretê jî were avakirin. İpekyuz got: "Divê em beşekö ava bikin ku vê cudakarî û nefretê bişopîne. Zimanê berberîrkirinê di rêzefîlmên TV, weşan û nûçeyan de tê bikaranîn. Ev ziman dikare hin kesan bilind bike û yên din hedef bigire. Bi rastî, me li gelek deveran êriş û hewldanên lînçkirinê bi dezenformasyonê dîtine. Me li Tirkiyeyê û li çaraliyê cîhanê mînak dîtine. Divê beşek li ser vê mijarê bixebite û ev beş ne ??tenê divê bixebite û ceza bike, divê zimanekî hevpar pêş bixe. Wekî din, divê di xwendin û nivîsandina çapemeniyê de pêşketinek çêbibe."    WEŞANEKE LI SER ESASÊ AŞTIYÊ   Îpekyuz diyar kir ku divê rêbername werin amadekirin, panel û komxebat ji bo pêşvebirina rojnamegeriya aştiyê werin lidarxistin. Îpekyuz destnîşan kir ku ji bilî guhertinên qanûnî, divê meclis jî li ser çarçoveya qanûnî û rêziknameyan bixebite. Îpekyuz diyar kir ku RTUK divê di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze û pêşniyaz kir ku sazî kampanyayan ji bo teşwîqkirina weşana aştîxwaz li dar bixin. Îpekyuz, îşaret bi girîngiya pêşkêşkirina teşwîqên wekî "xelatên aştiyê" ji hêla RTUK'ê ve kir û got: "Ev xelat dê xebatên bên kirin bebriçav bike, qîmetê bide wan û pêşxistina wan pêk bîne."    Îpekyuz diyar kir ku pêşkêşkirina xelatên aştiyê li welatekî wekî Tirkiyeyê ku nasname û baweriyên cuda lê dijîn, dê gaveke girîng be ji bo xurtkirina rojnamevaniya aştiyê.   MA / Omer Gungor