Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya 2025-09-09 10:51:32 MÊRDÎN - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm hatibû tayînkirin û koma Meclisa Şaredariyê ya DEM Partiyî cara duyemî civiya.    Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, li navçeya Dêrikê bi dirûşma "Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûman naçin” 2’yemîn civîna xwe li dar xist. Civîn, bi serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîrê hate lidarxistin. Hevşaredarên navçeyan ên DEM Partiyî û encamên meclisê, rêxistina DEM Partiyê ya Dêrikê û gelek welatî tev li civînê bûn. Civîn, li pêşiya Şaredariya Dêrikê hat lidarxistin.    Devrîm Demîrê di civînê de got ku piştî rêveberiya qeyûm, bi taybet jî hewl dide neguhêzbar û ersayan dewr bike û got: “Di 8 mehên dawî de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 8 krediyên bankan ên cuda bi kar aniye lê aşkera nekiriye ka li ku û bi çi armancê xerc kiriye. Rêveberiya qeyûm, bi tu awayî xizmetê nabe şaredariyên di destê DEM Partiyê de. Xizmetan tenê ji hinek şaredariyên aşkera re dikin. Li navçeyan xebatên binesaziyê nayên kirin lewma di xizmetan de kêmasî derdikevin. Lê şaredariya bajarê mezin weke ku kêmasiya şaredariyên navçeyan bin nîşan dide.”   Hevşaredarên navçeyan, endamên meclisan û welatiyan jî pirsgirêkên heyî vegotin. Herî dawî di civînê de hate gotin ku tevî bêderfetiyan jî ew ê bi hev re xizmetê bigihînin gel.