Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin 2025-09-10 10:30:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 83 kes di encama bombebaranên li ser herêmê de jiyana xwe ji dest dane.    Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ragihand ku Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de, 9 jê kesên li benda alîkariya mirovî bi giştî 83 kes qetil kiriye. Wezaretê got ku 223 kes jî birîndar bûne.    Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha di encama êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 64 hezar û 605 welatiyên Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 163 hezar û 319 welatî jî birîndar bûne.