Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan 2025-09-17 16:39:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan.    Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cîbicîkirina mafê hêviyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk daketin qadan.    Li Qamişloyê, bi hezaran şêniyên Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê jî li pêş Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê kom bûn da ku tev li mîtînga girseyî ya bi daxwaza mafê hêviyê û Sûriyeyeke demokratîk bibin.   Li bajarê Dêrikê jî gelê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi heman mijarê mitîngê li dar dixin.   Li Hesekê jî, girseya ji bajarên Til Temirê, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birakê û Holê tev li mitînga bi daxwaza mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bûne.   Tevlibûna bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên 3 bajarên sereke yên kantona Cizîrê, partiyên siyasî, eşîrên Ereb û Kurd, rêxistinên siyasî û civakî, veguherî xwepêşandana îradeyê ya herêmî. Beşdaran di peyamên xwe de payama “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, mifteya aştî û çareseriya Rojhilata Navîn e” dan. Di heman demê de hate gotin ku Sûriyeyeke demokratîk dikare bi têkoşîna hevpar a gelan were avakirin.    Mitîng, berdewam in.