Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman 2025-09-20 10:27:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 10’ê Îlonê girtiya bi navê Cemîle Ezîzî li Girtîgeha Qerçekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.   Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku jina bi navê Cemîle Ezîzî ku bi sûcên darayî hatibû mehkûmkirin, di 10’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.   Li gorî agahiyan, Cemîle Ezîzî demeke dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran re rû bi rû bû û seranserê laşê wê werimî bû. Lê rayedarên girtîgehê ji 10 rojan zêdetir bû nedihiştin ku sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Li gor heman agahiyan, kefalet ji bo Cemîle Ezîzî hatiye dayîn û tê payîn ku di rojên pêş de cenazeyê wê were radestkirin. Malbat û hevalên wê, ji ber mirina wê rayedarên girtîgehê sûcdar kirin.