Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e 2025-09-21 10:52:41   WAN -  Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê diyar kirin ku ji bo pêvajo bi aştiyê biencam bibe divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û got: “Em dixwazin ziman, nasname û hebûna me bê naskirin.”     Meclisa Dayikên Aştiyê, di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de lez dan xebatên xwe. Dayikan, herî dawî li bajaran pêşkonferans li dar xistin û armanc dikin ku çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêde bikin.    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Saliha Yazici, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku pirsgirêka Kurd bêyî rijandina xwînê were çareserkirin û got: “Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.” Endamê meclisê Nezahat Gur jî got: “Gava herî girîng, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Di meşên li Mêrsîn, Amed û Mêrsînê de jî daxwaza sereke ev bû. Em dixwazin ev pêvajo bi aştiyê biencam bibe. Em naxwazin dayikên gerîla, leşker û polîsan bigirîn. Zarokek min û birayê min di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Min ev êş kişand lê bila tu kesên din nekişînin. Em dixwazin bi serbestî zimanê xwe biaxivin.”    BERTEK NÎŞANÎ GEFÊN SER RÊVEBERIYA XWESER DA    Endama Meclisê Leyla Duman jî got: “Ji destpêka pêvajoyê heta niha em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe dikin. Îktîdar, li rexekî hevdîtinên aştiyê dike û li rexan din jî gefan li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Gelê Kurd dê êrişên ser Rojava qebûl neke.” Endama Meclisê Hatîce Akdogan jî got ji bo tu dayik ji ber zarokên xwe negirîn û êşa zarokan nekişînin ew têdikoşin.    BANG LI DAYIKÊN LEŞKER Û POLÎSAN KIR   Endama meclisê Besna Akdogan jî got: “Divê dewlet û îktîdar gavan biavêje. Ji Sibatê heta niha çavê me li pêvajoyê ye lê dewlet tu gavan naavêje. Dayikên Aştiyê gelek êş kişandin. Em bi hesreta daveke pora zarokên xwe dijîn. Lê tevî ewqas êşê jî em naxwazin dayikên leşkerû polîsan êşê bikişînin. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin ku bi destê me bigirin û em vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin.”    'BILA ZIMAN Û NASNAMEYA ME NAS BIKIN’    Endama Meclisê Kadriye Gezîcî jî ev tişt anî ziman: “26 sal bûn em li benda agahiyeke Rêber Ocalan bûn. Me dixwest dengê wî bibihîsin. Di vî şerî de agir bi mala me tevan ket. Lê em her tim ji bo aştiyê têkoşiyan. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Dixwazin gava Rêber Ocalan avêtî bidomînin. Daxwazên me pir hêsan in; em dixwazin ziman, hebûn û nasnameya me bên qebûlkirin. Em dixwazin li welatekî azad bijîn. Dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Li cihê aştî lê tune be, şer û xwîn dê hebe.”