Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin 2025-09-24 11:15:35 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya civîna komîsyona li Meclisê axivî û got: “Di Cotmehê de em ê li saziyên civaka sivîl guhdarî bikin û hedefa esasî ya komîsyonê dê bibe amadekariyên sererastkirinên yasayî û rapora xebatê.”     Civîna 12’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir. Di vê civînê de dê li saziyên fikrî were guhdarîkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî. Kurtulmuş, diyar kir ku xebatên komîsyonê ji hêla dîroka demokrasî û siyaseta Tirkiyeyê de dikare bibe qonaxeke krîtîk û got: “Heke ev komîsyon xebatên xwe bi serkeftî temam bike, dê fonksiyoneke dîrokî bicih bîne. Ji bo demokrasî û siyaseta Tirkiyeyê dê qonaxeke pir girîng were derbaskirin.”    Kurtulmuş, da zanîn ku komîsyonê heta niha di 11 civînan de li 80 kesan guhdarî kiriye û piştî xebata zêdetirî 50 saetan girtekeke ji 830 rûpelan pêk tê amade kiriye. Kurtulmuş, got ku êdî hatine qonaxa dawî ya guhdarîkirinan û wiha domand: “Di Cotmehê de em ê li saziyên civaka sivîl ên din jî guhdarî bikin û piştre jî bala xwe bidin ser sererastkirinên ku dê pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bên kirin û raporeke xebatê ya berfireh. Pêvajo, li gorî hatibû plankirin bêhtir bi disiplîn û berhemdar derbas bû.”    ‘AMADEKARIYÊN SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ’    Kurtulmuş, daxuyand ku pêvajoya guhdarîkirinê êdî ber temambûnê ye û got: “Dema guhdarîkirina saziyên civaka sivîl temam bû, hedefa esasî ya komîsyonê sererastkirinên yasayî û amadekariyên rapora xebatê ye. Ev rapor dê pêşkeşî Meclisê were kirin.”   Rûniştina ewil a komîsyonê dê saet di 11.00'ê de bê lidarxistin. Di vê rûniştinê de dê li nûnerên Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), Lêkolînên Rawest, Navenda Xebatên Kurd (KSC) û Weqfa Ekopolîtîk Çand, Perwerde û Lêkolînê (EKEAV) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li nûnerên Enstîtûya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) guhdarî bike.