Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin 2025-11-06 11:03:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Filipînan Ferdinand Marcos Jr, da zanîn ku di Bagera Kalmaegiyê de 114 kesan jiyana xwe ji dest dane û li welat “rewşa karesatê” ragihand.    Serokê Dewleta Filipînan Ferdinand Marcos Jr, ji ber Bagera Kalmaegiyê ku rê li ber encamên giran vekir, li seranserî welat “rewşa karesatê” ragihand. Ev bager, weke yek ji bagerên herî xurt ên îsal li Asyayê hatiye dîtin hat nirxandin. Heta niha rê li ber mirina 114 kesan vekir.    Bagera Kalmaegiyê rê li ber barînên zêde vekir û beşe mezin a bajarokên Girava Cebuyê di bin avê de man. Mal û kargeh di bin heriyê de man û gelek avahî jî bi temamî hilweşiyan. Rayedarên xwecihî gotin, “mînaka vê heta niha nehatiye dîtin.”    Hat zanîn ku li Girava Cebuyê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan, 127 kes winda ne û 82 kes jî birîndar bûne. Li gorî nûçeya AFP’ê; li gorî daneyên ofîsa parastina sivîl a neteweyî, rayedarên eyaleta Cebuyê 28 mirinên din jî ragihandine.    SAziya Karesatê ya Neteweyî, da zanîn ku tenê li Cebuyê zêdetirî 400 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Di dema xebatên rizgarkirinê de, helîkoptereke leşkerî li ser Girava Mindanaoyê ket û 6 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.    REWŞA KARESATÊ HATE RAGIHANDIN     Serokê Dewletê Marcos Jr, bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gel encamên giran ên Kalmaegiyê, her wiha li bendê ne di dawiya hefteyê de bagera “Uwanê” jî were jiyîn û bi vê boneyê li seranserî welat “rewşa karesatê” ragihand. Marcos Jr, diyar kir ku dora 10-12 herêm dê ji karesatê bandor bibin û got: “Ev êdî karesatekî neteweyî ye.”    BAGER BER BI VÎETNAMÊ VE DIÇE     Bagera Kalmaegiyê ji serê sibehê ve ber bi Vîetnamê ve diçe. Hat zanîn ku li bendê ye bager di sibeha roja Înê de bigihije Vîetnamê. Li Vîetnamê ji her niha ve zêdetirî 50 seferên balafiran hatin betalkirin an jî taloqkirin. Li Taylandê jî rayedaran hişyariya lehî û hezazê kirin.