Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn 2025-11-06 11:08:20 AMED - Dê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Avêtiyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Ekolojiyê “Bazara Pevguehrtinê” bê danîn. Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Avêtiyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Ekolojiyê dê bi mebesta derketina li dijî çanda mezaxtinê û pêşxistina çanda parvekirinê, bi dirûşma “Em bi mezaxtinê ve dimezixin, bi parvekirinê ve bihêz dibin” û “Bazara Pevguhertinê” bê danîn.    Çalakî dê di 15’ê Mijdarê de roja Şemiyê saet di navbera 12.00 û 15.00’an de li Sumerparkê bê lidarxistin. Di bazarê de kelûpelên wek cil û berg, teknolojî, pirtûk û kovar cih bigirin û welatî dê bi kelûpelên ku bi xwe re bînin ve biguherînin.    Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Avêtiyan, ji bo çalakiya ku bi mebesta balkişandina ser çanda mezaxtinê û zêdekirina piştevaniyê tê sazkirin, bangî tevlibûna welatiyan kir.