MYK'a DEM Partiyê civiya 2025-11-06 11:33:52 ENQERE - MYK a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan civiya.    Civîn, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidarxistin û dê geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û hûrgiliyên hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên gotûbêjkirin.   Herwiha di civînê de biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMM) ya der barê  Hevserokên Giştî yên HDP'ê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û encamên biryarê bên gotûbêjkirin. Di civînê peyamên Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî tehliyeya Demîrtaş jî bên nirxandin.   Herwiha tê payin ku MYK’ê rojeva komîsyonê ya ji bo çûyîna Îmraliyê jî nîqaş bike.