Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve 2025-11-07 10:42:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber Bagera Kalmaeiyê li Filîpînan herî kêm 188 kesan, li Vîetnameê jî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bager, ber bi Kamboçya û Laosê ve diçe.    Bagera Kalmaeiyê ku li Filîpînan rê li ber mirina herî kêm 188 kesan vekir, li Vîetnamê jî bû sedema mirina 5 welatiyan. Bager, di saetê de 149 km’an bilez pêş dikeve û bajarokên li qeraxê behrê yên Vîetnamê rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Di bagerê de kolan bi kavilan tije bûn, dar ji kok ve derketin, banên avahiyan firiyan û camên mal û wesayîtan şikestin. Rêveberiya afatê heta niha tu agahiyên têkildarî windahiyên canî parve nekiriye. Bager, ber bi Kamboçya û Laosê ve pêş dikeve.    Li Vîetnamê bi hezaran kesan xwe spartin dibistan û avahiyên cemaweriyê. Artêşê jî ji bo alîkariyê û xebatên lêgerînê, zêdetirî 260 hezar leşker û xebatkar, zêdetirî 6 hezar û 700 wesayît û 6 amûrên hewayî seqwî herêmê kir. Rayedaran got ku xetereya lehiyan a ser li cihên nizm didome.    Hefteyek beriya bagerê, li Vîetnamê ji ber barînên zêde 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Bager, beriya bigihije Vîetnamê, li Filîpînan rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Bi taybet jî kolanên Girava Cebuyê di bin avê de man û bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin. Ji ber bagerê, 188 kesan jiyana xwe ji dest dan û 135 kes jî winda bûn. Serokê Dewletê yê Filîpînan Ferdinand Marcos Jr, duh li seranserî welat rewşa awarte ragihandibû.    Li Filîpîn û Vîetnamê, piştî bagerê xebatên rizgarkirin û paqijiyê hatin destpêkirin. Rayedarên meteorolojiyê gotin ku dê di saetên pêş de bager li Kamboçya û Laosê rê li ber barînên zêde veke.    Tê payin ku bager di rojên pêş de bandorê li Taylandê bike. Rayedarên xwecihî, li dijî lehî, hezaz û rabûna çeman welatî hişyar kirin.