Şara li Amerîkayê ye 2025-11-09 10:16:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara, çû Amerîkayê.    Li gorî nûçeya ajansa ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve, Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera gihişt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).  Beriya serdanê, DYA’ê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî navên Ehmed El Şera û wezîrê wî yên karên derve ji lîsteyên terorê derxistibû.   Li gorî agahiyan, di serdanê de dê tevlibûna hikûmeta veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were nîqaşkirin.